96 hezar TL diçe kû?
Aykut da zanîn ku her meh banqeya Îller 96 hezar TL û mûçeyê xebatkaran dide û wiha got: "Dibe ku hinek pereyên din jî gihîştin şaredariyê. Lê agahiya me ji van pereyan heye. Wesayîtên şaredariyê ji bo karên din nayê bi kar anîn. Dema em ji rayedaran dipirsin û dibêjin çima hûn tu karekê nakin, ji me re dibêjin mazota me nîne. Wê demê ev 96 hezar TL ji bo çi tê xerckirin? Pereyê ku ji bo mûçeyê karkeran tê şandin, ji bo çi xerc dikin? Ji navçeyê re tu xizmet nayê kirin. Pereyên ku tê diçe ku derê?"
Naxwazin xizmet bikin
Mehmet Galîp Aykut destnîşan kir ku li navçeyê ji bilî pirsgirêka av û rê pirsgirêka binesazî û bêhnvedanê jî heye û wiha axivî: "Ji bo welatî bêhna xwe vedin, me xwest şaredarî cihekî 40 metre kare bide me. Lê cih nedan me, em çêbikin. Li navçeyê 3 tax hene, lê rêyên taxan nîn in. Rêya Pîranê heye, şaredariyê 3 caran ev rê derxist îhaleyê lê hê jî rê tune. Aykut diyar kir ku dema li navçeyê befir dibare, rêyên taxan tê girtin û wiha got: "Berfa ku li navçeyê dibare, nayê paqijkirin. Em ji şaredariyê dipirsin hûn çima berfê paqij nakin. Ji me re dibêjin wesayîtên me nîn in. Wê demê çima wesayît nayên kirîn. Wesayît hene, lê bi kar naynin. Ez li navçeyê muteahidiyê dikim, wesayîtên min yên rê vekirinê hene. Ji bo tu kes mexdûr nebe, bi wesayîtên xwe rê vedikim."
Gel muhtacê xwe dikin
Aykut destnîşan kir ku ava kanalîzasyonê tevî çemê Muksê dibe, ji ber vê yekê gel gazincan dike û wiha got: "Dikarin ava kanalîzasyonê bibin cihekî din. Lê wisa nakin. Di şaredariya vir de feraseteke wiha heye. Ger em pirsgirêkên welatiyan çareser bikin, deng nadin me. Ji bo pergala mêtingeriyê têk neçe, şaredarî welatiyan muhtacê xwe dike." Aykut diyar kir ku li navçeyê çavkaniyên avê pir in lê bi taybet jî demsalên havînê pirsgirêka avê tê jiyîn û havîn bêav tê derbaskirin."
Projeyên me pir in
Aykut destnîşan kir ku ger şaredariyê bi dest bixin, wekî peywira yekem dê pirsgirêkên navçeyê çareser bikin û wiha got: "Beriya her tiştî em ê ji bo welatiyên ku ji gund tên navçeyê re cihekî bêhnvedanê çêkin. Em ê pirsgirêka kanalîzasyonê ya navçeyê û pirsgirêka avê ya navçe û gundan çareser bikin. Em ê pirsgirêka wesayîtan ya şaredariyê çareser bikin. Emê pirsgirêka çûn û hatina gundan çareser bikin. Koperatîfên guz, şîr, hingivê ava bikin. Ger derfetên me hebin emê li ser çemê Muksê fabrîqeya avê çêkin. Emê ji bo jinan atolyeyên pîşeyî û saziyên çandê vekin. Her wiha ji bo ciwanan qadên civakî vekin."
DÎHA/WAN