Piştî ku DYE û Îranê êrişî hev kirin, rêveberiya Washingtonê nameyek ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand û diyar kir ku ew amade ne bêyî şertên bi Îranê re hevdîtinan bikin.

Emerîkayê bi kuştina Silêmanî, li gorî xwe destê Îranê yê li herêmê jê kir û Îranê jî bi êrişa xwe ya li dijî baregehên Emerîkayê lingê wê jê kir. Hevdîtinên bê dest û ling cihê meraqê û kakûniyê ye.

DYE’yê di 3’ê Çileyê de generalê Îranê Qasim Silêmanî li Iraqê kuşt û Îranê jî di 8’ê Çileyê de ji bo bersivdanê fuze avêt du baregehên Emerîkî yên li Iraqê. Ev xwelihevrakişandina herdu aliyan bû sedema metirsiyê. Tirs ew bû, ev yek bibe destpêka şerekî mezin ê li herêmê. Herçiqasî ev rîsk ji holê bi temamî ranebûbe jî daxuyaniyên herdu aliyan ji bo kêmkirina aloziyê ne. Emerîkayê ji bo kuştina Silêmanî gotibû “me destê Îranê yê li herêmê jê kir.” Li hemberî vê Îranê jî gotibû “Em ê lingê Emerîkayê yê li herêmê jêkin.” Tevî van tespîtên balkêş jî halîhazir herdu alî bi daxuyaniyên xwe şerekî mezin naxwazin. Herî dawî DYE hewl da tansiyonê kêm bike û ji bo vê, Serokê DYE’yê Donald Trûmp Çarşemê hinceta kuştina Silêmanî eşkere kir û diyar kir ku wê bersivê nedin. Bi awayekî ji awayan got, me ya xwe kir de hûn jî bi awayekî munasib êriş bikin, em ê zêde dengê xwe nekin. Jixwe ya xuya û qewimî jî bi vî rengî ye. Di vê çarçoveyê de DYE’yê nameyek ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand.

Emerîka bê şert hevdîtinê dixwaze

Name bi îmzeya Nûnera Daîmî ya DYE’yê ya li Neteweyên Yekbûyî Kelly Craft hate şandin û kuştina Silêmanî weke “parastina rewa” hate pênasekirin.

Di heman nameyê de hate ragihandin ku ji bo bi Îranê re aştî û ewlekariya navneteweyî bêhtir nekeve rewşeke metirsîdar yan jî aloziya bi Îranê re mezintir nebe, DYE amade ye ku bê şertên destpêkê bi Îranê re hevdîtinan bike.

Hem DYE’yê, hem jî Îranê êrişên xwe dispartin xala 51’ê ya Şertê Neteweyên Yekbûyî. Li gorî vê madeyê, eger yek ji endamên Neteweyên Yekbûyî bibe hedefa êrişeke çekdarî heta ku Konseya Ewlekariyê tedbîrên pêwîst werbigire xwedî maf e ku parastina rewa bike. Piştî nameyeke bi vî rengî ya Îranê ku şand ji Neteweyên Yekbûyî re, DYE’yê jî name pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kir.

Îran jî xebero şer naxwaze!

Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî Takht Ravançî anî ziman ku ew naxwazin alozî mezintir bibe. Di nameyê de hate ragihandin ku Îran naxwaze şer sor bibe, lê belê di çarçoveya mafê parastina rewa de bi pîvan bersiveke leşkerî dan baregehên Emerîkî yên li Iraqê. Ravançî got, di operasyonê de zerar negihiştiye sivîlan.

Trump xwest NATO bi rola xwe rabe

Piştî bersiva Îranê, Serokê DYE’yê Donald Trûmp û Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg bi rêya telefonê bi hev re axivîn. Li gorî daxuyaniya Qesra Spî, Trûmp ji Sekreterê Giştî yê NATO’yê xwestiye ku ji bo parastina aştiya li Rojhilata Navîn û pêşîgirtina li şer, NATO hîn bêhtir tevlî vî karî bibe û bi rola xwe rabe.

Gelo amadekariyên şer têne kirine?

Li aliyê din, li bereya Washîngtonê jî piştî êrişa li dijî Îranê demokrat dixwazin pêşnûmeyeke ku erkên Trûmp kêm dike pêşkêşî dengdanê bikin. Seroka Meclîsa Nûneran Nancy Pelosî got, “Fikarên me ji holê ranebûn.” Tê payin ku ev pêşnûmeya li dijî Trûmp a li hemberî destpêkirina şerê li dijî Îranê roja Pêncşemê pêşkêşî dengdanê bê kirin.

Ev hemû li cem piraniya mirovan weke dejavuyekê çêdike û êrişa Emerîkayê ya li hemberî Iraqê bi bîr dixe. Şirovaker dibêjin, eger Îran xwe bimelisîne, heye ku rewş wisa bidome. Lê na Îran li ser xeta Silêmanî bidomîne, heye ku di nava çend salan de şerekî Emerîka û Îranê bivênevê biqewime. 

 

 NAVENDA NÛÇEYAN