
Çavdêrê siyasî yê li Başûrê Kurdistanê Fexreddîn Mihemed got, “Eger Başûrê Kurdistanê vê krîza navxweyî ji holê raneke, dibe ku piştî DAIŞ‘ê 5 wîlayetên di destê xwe de jî winda bike.”
Mihemed destnîşan kir, ku li Başûrê Kurdistanê yekîtiya siyasî û li gelemperiya Kurdistanê jî yekîtiya neteweyî şert e û diyark ir, dewleta Tirk ji bo pêşî li vê bigire, Başûrê Kurdistanê dagir kiriye.
Mihemed krîza li Başûrê Kurdistanê û rewşa gengaz a piştî DAIŞ’ê ji ANF’ê re nirxand.
Çavdêrê siyasî Fexreddîn Mihemed da xuyakirin, ku piştî DAIŞ hat tesfiyekirin, Serokê nû yê DYA dest bi wezîfeyê kir û dewleta Tirk pirsgirêkên xwe yên bi Yekîtiya Ewropa û Rûsyayê re çareser kir, eger Başûrê Kurdistanê krîza navxweyî ji holê raneke, dibe ku 5 wîlayetên di dest de ne, bikevin rewşeke xetere.
Mihemed got, “Eger ev destketî ji dest biçin, wê kesên îro li wan kursiyan rûdinên û hatineyên petrolê dixwin, hingî kursî û şîrketên xwe yên petrolê winda bikin. Ji bo herêma me nekeve nava têkoşîneke bi vî rengî, hêvîdar im wê di encama van danûstandinên navbera partiyan tên kirin de, krîza siyasî û aborî were çareserkirin. Ya rast, zêde hêviya min jî jê nîne.”
Mihemed bal kişand ser zexta hikûmeta Iraqê ya piştî DAIŞ’ê li hikûmeta Başûrê Kurdistanê bike û got, “Di rewşa heyî de hikûmeta navendî ya Iraqê bi vî awayî hikûmeta Başûrê Kurdistanê îdare dike. Lê belê piştî DAIŞ‘ê wê vê rewşê qebûl neke.”