Xelkê Efrînê û Şehbayê cenazeyê şervanê YPG`ê Ehmed Elî Hemze (Hemze Çiya) li Ehresê û xelkê Kobanê jî cenazeyê şervanê YPG‘ê Mahir Îbî (Serdar Tolhildan) li Kobanê defin kir. Welatiyên li Şehbayê ji bo wergirtina cenazeyê şervanê YPG`ê Ehmed Elî Hemze yê 4`ê Cotmehê di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû, li ber Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê kom bûn. Paşê welatî tevî cenaze ber bi Goristana şehîdan a navçeya Ehresê ve çûn.

Bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan e

Di merasîmê de Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Heso got; “Tenê şehîdan alîkariya me kir. Hemû destketiyên ku hatine bidestxistin bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan e. Ji ber ku şehîd hêz û pîvanên me ne. Em xwediyên berxwedana mezin in. Dewletên ku li dijî gelê me kuştin kirî û ew neçarî koçberiyê kir, li hemberî hêz û îradeya gelê şoreşger lawaz bûn.”

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Hemze bi dirûşme û zêmaran hate veşartin.

Kobanê jî xatir ji şehîdê xwe xwest

Bi sedan welatiyên Kobanê jî cenazeyê şervanê YPG‘ê Mahir Îbî ku 1`ê Mijdarê, li bajarokê Rimêlanê yê herêma Cizîrê di encama qezayê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle spart axê.

Di merasîmê de hevserokê  Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê, Îsmet Şêx Hesen axivî û banga xwedîderketina li xeta şehîd Serdar û hemû cangoriyên azadiyê kir.

 

ŞEHBA/KOBANÊ