Mihrîcana Rojava ya duyemîn a filmên sînema, li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo, hate destpêkirin.  

Bi serperiştiya Komuna Film û bi kordîneya Tevgera Çand û Hunerê Demokratîk a Cizîrê, Mihrîcana Rojava ya Duyemîn a Filmên Sînema, bi boneya salvegera şewata sînemeya Amûdê, dest pê kir.

Di roja yekemîn a mîhrecanê de, bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, TEV-DEM, partiyên siyasî û şervanên YPG`ê yên birîndar, amade bûn.

Mihrîcanê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê, pêşkeşvana mihrîcanê bi Kurdî, Erebî û Înglîzî, bixêrhatina beşdaran kir.

Paşê, Hevseroka Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Asya Abdullah axivî û Komkujiya Sînemeya Amûdê bi bîr anî û sersaxî ji malbatên erdheja Başûr û Rojhilatê Kurdistanê re, xwest.

Hevseroka Desteya Çand û Huner a Cizîrê, Bêrîvan Xalid jî got, ev mihrîcan destpêka bipêşketina sînemayê li Rojavayê Kurdistanê ye.

Piştî axaftinan, navên filmên ku wê werin pêşandin û derhênerên wan, hatin xwendin.

Li gorî komîteya amadekar, pêşandana filman wê heta 17`ê Mijdarê dewam bike û 77 belgefilim û kurtefilm, wê werin pêşandan. Pêşandana filman îro jî li bajarên Serêkaniyê, Dêrik û Hesekê, dest pê dike. 


ANHA / QAMIŞLO