Karayilan: “Gefên tên xwarin, îlana şer e li dijî Kurdan. Ne tenê li dijî gelê Rojava ye. Dewleta Tirk êdî derbasî konsepteke nû bû.Erdogan kuştina Kurdan ji bo xwe weke serketinê dibîne.Ev êrişa tirsonekî û namerdî wê bê bersiv nemîne.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bû mêvanê bernameya taybet a Stêrk TV û bersiv da pirsên nûçegihan Rosîda Mardîn.Karayilan di despêka axaftina xwe de ji malbatên 7 sivîlên ji ber bomberdûmanê şehîd bûn, ji gelê Kurd û şêniyên Şengal û Mexmûrê re sersaxî xwest.
Karayilan got, “Bi 20 balafirên şer 7 mirovên me yên sivîl şehîd xistin û bêyî li ber xwe bikevin gotin ku ew serketî ne. Erdogan kuştina Kurdan ji bo xwe weke serketinê dibîne.Ev êrişa tirsonekî û namerdî wê bê bersiv nemîne. Xwîna mirovên me wê li erdê nemîne, wê tola wan bê hilanîn. Bi qasî ku em dibînin, dijmin wê êrişên xwe yên bi vî rengî yên namerdî bidomîne. Berxwedana gelê me û şerê me yê li dijî vê jî wê dewam bike.”
Çavên xwe li êrişên dewleta Tirk digrin
Mûrat Karayilan diyar kir, dewleta Tirk bi tena serê xwe êrişî Mexmûr û Şengalê nekir û got, “Eger destek jê re nehatibûya dayin, êriş nehatibûya pejirandin, zehmet bû ku bi 20 balafiran êrişî nava Iraqê bikin. Ji xwe êriş di nava çend deqeyan de hatin kirin. Xuya ye hinekan derî li ber van êrişan vekirine.”
Îlana şer e li dijî Kurdan
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan işaret bi gefên rejîma Tirk ên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî kir û ev tespît kir: “Hem ji aliyê siyasî, hem jî ji aliyê leşkerî ve êrişa li ser rojhilatê Firatê ji bo rejîma Enqereyê ya faşîst xwedî gelek zehmetiyan e. Gefên tên xwarin, îlana şer e li dijî Kurdan. Ne tenê li dijî gelê Rojava ye. Dewleta Tirk êdî derbasî konsepteke nû bû. AKP-MHP-Ergeneko û neteweperestan tifaqek danîn û di çarçoveya vê konseptê de tevdigerin. Naveroka vê konseptê jî ew e ku ne tenê li nava sînorê Tirkiyeyê, li derveyî sînor jî êriş li Kurdan bê kirin, bên dagirkirin û kontrolkirin.”
Efrîn eynika rastiya wan e
Mûrat Karayilan anî ziman ku Efrîn eynika rastiya dewleta Tirk e û got, “Eger kesek bixwaze Tirkiyeyê nas bike bila li Efrînê binere, bila bibîne bê bi destê çeteyan li wir çi tê kirin. li Efrînê paqijiya etnîkî tê kirin, ku li devereke din a dinyayê bi vî rengî nehatiye kirin. ENKS bi Tirkiyeyê re di nava têkiliyê de ye, gelek rêveberên ENKS’ê niha li Tirkieyyê ne, li Stenbolê di otelan de ne. ENSK’ê wisa dihizirî ku dema Tirkiyeyê Efrîn dagir kir wê ya ew bikira desthilatdar an jî şirîkê desthilatdariyê. Li benda vê bûn. Lê ev nebû. Ji ber ku Erdogan dema berê xwe da Efrînê ne ji bo tasfiyekirina PYD’ê çû, ji bo tasfiyekirina temamiya Kurdan çû. Divê mirov nekevin pey xeyalên pûç, lazim e mirov rasteqîn be û yê li hemberî xwe nas bike.
Sekneke bi rûmet û şoreşgerî ye
Mûrat Karayilan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got,”Tecrîda li Îmraliyê di çarçoveya konsepta qirkirinê de ye.Êrişên li ser Bakur, Rojava, Başûr parçeyek ji ve planê ye.Ev yek jî nîşan dide ku gelê me wê bi rengekî giştî li ber xwe bide. Em di pêvajoyeke stratejîk û girîng de ne. Êdî dem hatiye ku di tûrikê kê de çi hebe, wê derxîne. Di demeke wiha de grevên birçîbûnê girîng û watedar in. Gotina ‘Tecrîdkirina Rêber Apo tecrîdkirina gelê Kurd e’ rastiyek e. Lewma rabûna li ber tecrîdê sekneke bi rûmet û şoreşgerî ye.”
Azadî wê bi ser keve
Karayilan di dawiya axaftina xwe de got, “Eger em Kurd, hêzên demokrat li Tirkiyeyê, li Sûriyeyê, li her deverê ji bo demokrasî, azadî û wekheviyê bibin yek û têbikoşin, em ê karibin pêla faşîzmê bişikînin û doza azadî û demokarsiyê bi ser bixînin.Karayilan di şexsê Leyla Guven de hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav kir û serketin ji wan re xwest.
NAVENDA NÛÇEYAN