Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku ew bi çavekî pir girîng li mijara foruma destûra demokratîk dinêrin û dûrxistina aliyekî ji foruma destûrê, tê wateya dûrketina ji demokrasiyê.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, doh daxuyaniyeke nivîskî der barê mijara forma destûra nû ya Sûriyê de weşand, tê de eşkere kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêkê ve ji bo diyalogê dixebite.

Me gelekî hewl da û em didin

Di daxuyaniyê de qala hewldanên berê û yên piştre yên Rêveberiya Xweser têne kirin û weha tê gotin:

“Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê û heta niha ji bo xebata diyalogê dixebite, ev yek bi rêya lehengî û keda ku pêkhateyên gelê me ji bo amadekirina zemîna rast a çareserî û diyaloga neteweyî ya Sûriyê. Nexasim ji bo şîddeta eskerî ya xiraker bi dawî bibe û projeya neteweyî ya ji bo avakirina Sûrî pêk bê, îro Rêveberiya Xweser nûnertiya vê dike. Tevî vekirina hemû rêyên diyalogê û hevgirtina di navbera gelên Sûriyê de û ji bo em destkefiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemûyan bixin xizmeta îstiqrarê û Sûriyeke demokratîk, me gelekî hewl daye, lê ji ber ku aliyên din ne amade bûn, van hewldanên me kêm man.

Rêveberiya Xweser vîna milîyonan e

Em wek Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesta xwe ya ji bo diyalogê û girîngiya wê, û ji bo gihandina lihevkirineke neteweyî ya sûrî misoger dikin. Di heman demê de em destnîşan dikin ku çi gavên ber bi çareserî û diyalogê û xebata siyasî ve bêne avêtin, divê bi beşdarbûna hemû gelên Sûriyê û girîngiya hebûna îradeya siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê be. Rêveberya Xweser nûnertiya îradeya milyonan a pêkhateyên cuda li herêmê dike.

Biryarên em ne tê de nas nakin

Em bi çavekî girîng li mijara forma destûra demokratîk a Sûriyê bi beşdarbûna hemû gelên Sûriyê û hemû pêkhate û herêman dinêrin, dûrxistina aliyekî ji forma destûrê, tê wateya dûrketina ji demokrasiyê ji bo Sûriyê. Em wek Rêveberiya Xweser dibînin ku dûrxistina îradeya gelê me ji hewldanên çareseriya siyasî û çi jî aliyên din be, bi taybet di çêkirina forma destûrê de, tiştekî ne adil e, di demekê de ku ji bo yekbûna Sûriyê û gelê wê û xizmeta îstiqrar û demokrasiyê qurbanî dan, lewre em bi çi biryarên bê me ne eleqedar in. Em dibînin ku nêrandina rewşa Sûriyê bi awayekî pratîk û li gorî rewşa heyî xizmeta îstiqrarê dike, tunebûna parçeyekî girîng ji Sûriyê, dê aloziyê kûrtir bike û ev yek jî li dijî ked û xebata me ya ji bo xizmeta Sûriyê û gelê wê ye.”

 
NAVENDA NÛÇEYAN
 
 

Sûriyeke azad û demokratîk

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl di axaftina xwe ya li Til Birakê de li ser Sûriyeke demokratîk û hewldanên diyalogê bi rejîmê re weha got:“Em parçeyek ji Sûriyê ne. Divê hemû bizanibin ku hedefa me ne parçekirina Sûriyê û ne jî qutkirina wê ye ku mîna rejîma Sûrî û dewleta Tirk îdîaya wê dikin. Lê belê armanca me afirandina Sûriyeke azad û demokratîk ji bo tevahî pêkhateyên wê ne. Çareseriya yekane jî diyalog, peyman, rakirina astengî û nakokiyan e.  Ti pirsgirêka me ji bo diyaloga bi Şamê re tine ye ku ew bi cidî bixwaze aloziyê bi dawî bike û çareseriyên demokratîk qebûl bike.  Tevî wê jî, şande ji Şamê re hat rêkirin. Her wiha me hewl da bi rêya dîplomasî bi Rûsya re da ku diyalogê bi rejîmê re pêk bînin. Lê belê rejîm ta niha bersivên erênî nedan.”

 
ANHA / QAMIŞLO