Li başûrê Kurdistanê xebatên ji bo amadekirina Destûra herêma Kurdistanê bi avabûna komisyonek ji hemû beşên civakê destpê dike. Bi salan e ku destûreke herêma Kurdistanê heye lê belê gelek cihê kêfxweşiyê ye ku piştî ewqas sal başûrê Kurdistanê pê hesiya ku Destûra heyî bi ti awayî bersiva daxwazên heyî yên civakê nade. Bi gotineke din bi tenê Destûrek demokratîk ku hemû beşên civaka Başûr di nav xwe de bihewîne, divê hebe. Xebatek bi vî rengî diviyabû beriya bi çend salan bihata kirin lê wer xuya dike ku ji bo her destpêkê ti caran dereng nîne. Başûrê Kurdistanê di demekê de ber bi amadekirin û sererastkirina Destûrekê ve diçe ku gelek berdêl dan û rastî gelek êrîşan hat. Di roja îro de partî û aliyên başûrê Kurdistanê ji bo sererastkirina Destûreke demokratîk ku tenê berjewendiyên partiyan di nav xwe de negire, ne amade ne. Lê gelê Başûr bi taybet jin û ciwan ji nebûna Destûreke demokratîk bi salan e ku êş dikişînin. Êdî herkesî bi çavê xwe dît ku demokrasî tenê bi çêkirina dewletekê û israr li ser kurdayetiya sexte û derewîn pêkan nîne. Xelkê dît ku parlemanek wan heye û ala mezin a Kurdistanê li ser li ba dibe lê ti caran ya xwe nedîtin ji ber ku tenê qada şerê di navbera partî û aliyan de bû. Ji ber nebûna têgeha demokrasiyê di partiyan de hêviyeke wan ji vî gelî heye ku neçar in her karê ku ew di bin navê demokrasiyê de dikin, gel jî bide pey û bê îrade jixwe re li dû wan bibeze yan jî ji wan re li çepikan bide. Bi êrîşên li ser herêmê û zêdebûna pirsgirêkên aborî, gel careke din kete bîra salên zilm û tinebûnê.
Li vir gelek kes hê jî xwe dixapînin û behsa azadiyê dikin. Lê gelek rastî hene ku nîşan didin ku li başûrê Kurdistanê hê jî siyaset li ser esasê berjewendiyê partiyan dimeşe. Ji bo wê hebûna Destûrek demokratîk a ku gel bixwe biryara wê bide dikare destê van partiyan ji qirika gel derxîne. Hê jî gelek kes hawar û qîr dikin, dibêjin xwe tevlî karê me nekin û ji me demokrattir kes tine. Di serî de ez bibêjim, bi feraseta dewletê û netewperestiyê demokrasî nayê welatekî. Ya din kî zêde behsa kurdbûnê bike yan jî kî zêde ala Kurdistanê li ba bike, nabe kurd. Di rewşekê de ku kurdbûn di bin van derewan de bi dizîka tê firotin û haya kesî jê nîne. Li welatekî ku jin herroj tê kuştin û ji ber ku dilê eşîr û aliyan bê xweşkirin serê wê bêgirtin, em nikarin behsa demokrasiyê bikin. Li welatekî ku bi hezaran jin hê jî li bazaran tên firotin û alî tenê hesabên berjewendiyên xwe û erbabên xwe bikin li wir demokrasî miriye. Li welatekî ku hêj hinek bi qehremanî şer dikin û şehîd dibin û hinek jî ji qiraxa deryayên Erebî û Rojavayî têr nabin, demokrasî nemaye. Dema şer li welatekî çêdibe hemû beşên civakê seferber dibin lê li vir mixabin tu dibêjî qey şer tenê karê hinekan e. Li welatekî ku rojane jin têne firotin û ewên ku bixwe behsa demokrasiyê dikin di nava vî karî de ne, gumanên min ji hestên wan ên welatparêziyê hene.
Ya dixwazim bibêjim ew e ku li welatekî demokratîk mafê rexnekirin û hesabdayînê heye. Ne kes diwêre rexne bike vê pergala hişk ne jî kes diwêre hesab bide; lewma wê bi çi rûyî bide. Mixabin em di astekî de ne ku hêj kes newêre behsa dema serokatiya herêmê bike. Kovar û nivîskarên ku behs dikin jî yan têne girtin yan jî rastî gefan tên. Gotinên ku çend roj beriya niha birêz Duran Kalkan ji bo başûrê Kurdistanê got, gelekî rast bûn û bi salan e ku tên gotin. Lê heqîqet rastiyek e ku gotina wê tal e. Helwêsta li hember gotinên birêz Kalkan mirovan ditirsîne ka gelo Destûreke demokratîk wê li ser kîjan esasan were amadekirin. Ma ne Kalkan behsa xweserî û mafê hemû netewên li Başûr dike, wê demê bila kes gel nexapîne û ranebe nebêje em ê ji bo Destûrê pergala li Rojava û Bakûr esas bigrin. Tiştên Kalkan dibêje heman ew pergal in ku li parçeyên din heye. Naxwe em ê dîsa derewan li vî gelî bikin? Ger wusa be wê deme wê Destûr wek zarokekî mirî were dinê. Êdî wê jin û ciwan li Başûr biryarê bidin ka Destûreke çawa dixwazin ne partiyên bi fikra netewe dewletan.