Meclîsa Sûriya Demorkatîk (MSD) kiryarên dewleta Tirk ên derheqê gelê Bakurê Sûriyê de şermezar kir û bang li gelê Tirkiyeyê kir da ku destwerdana dewleta Tirk di karê navxweyî yê Sûriyê de ku aloziyê kûrtir dike, qebûl nekin.

MSD bi daxuyaniyekê dibêje, hewldanîn Tirkiyeyê yên dagirkeriyê li Ezaz, Cerablûs û Babê kir ku xelkê van deveran ji wê û çeteyên wê bizar bibin û wiha dewam dike: "Dagirkeriya Tirkiyeyê vê carê jî welatiyên ji Idlib û Humsê hatine Ezazê derxistin meşên nijatperestî li dijî gelê Kurd û bi vê yekê xwestin tevliheviyê di nav gelê Sûriyê de derbixin. Ev pîlanên wan têk çûn û gelê me baş bi pîlan û armancên hikûmeta Erdogan dizane ku dixwaze welat bixe şerekî mezhebî." 

MSD êrişên dewleta Tirk û hewldanên wê yên dagirkirina Efrîn û Şehbaya rizgar, şermezar dike û wiha bang li gelê Tirkiyeyê dike: "Em bang li gelê Tirkiya Cîran dikin ku van destwerdananê hikûmeta xwe ya di karûbarê Sûriyê de ku fitne û tevliheviyê li nav civakeke bi biratî dijî, derdixe, qebûl nekin."


Pîlanên Tirkiyeyê qirêj in

Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Fedraliya Bakurê Sûriyê, Rohilat Arif jî destnîşan kir ku Tirkiyê bi êrîşkirina li dijî Efrînê dixwaze xwe bighîne Idlibê û wê bi Ezaz û herêmên Babê ve bide girêdan, heta bigihîje Dêrezorê.

Rohilat Arif bang li hemû gelên Bakurê Sûriyê kir ku xwe di bin sîwana Federaliya Bakurê Sûriyê birêxistin bikin û piştgiriyê bidin YPJ/YPG, QSD û hêzên Şoreşger. 


QAMIŞLO / EFRÎN