Li paytexta inigilîstanê Londonê û li bajarên wê Mancehester û Brightonê dagirkeriya qirker a dewleta Tirk û çeteyên wê ve bi çalakiyên cuda hat protestokirin.
Li ser banga Tevgera Ciwanên Welatparêz Şoreşger li Londonê komeke qelebalix li pêşiya stasyona Kings Crossê civiya. Di çalakiyê de berdevka Tevgera Ciwanan Elîf Gun bal bire ser êrişên dewleta Tirk û got, “Dewleta Tirk ji bo Kurdan qir bike êrişî Rojava dike. Em ê li dijî vê li ber xwe bidin. Li Rojava li dijî vê faşîzmê Berxwedana Rûmetê tê kirin. Em deng bidin vê berxwedana rûmetê.”
Li Brightonê li ser banga KCDK-E’yê bi sedan kesî li Qada Churdill Squareyê dagirkeriya Tirk a li dijî Rojava protesto kir. Li ser navê Meclîsa Gel a Kurd Yaser Kobanê got, “Rawestana li dijî dagirkeriyê tê wateya parastina mirovahiyê.”
Li Manchesterê jî li ser Banga KCDK-E’yê bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Qada Saint Petter hatin ba hev û bi meşekê dagirkariya Tirk protesto kir. Qiosekeran di çalakiyê de got, dewleta Tirk bi çeteyên xwedî hişmendiya hov a DAIŞ’ê êriş dike.”
LONDON