Serokê Partiya Siberojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan li ser ragihandina avakirina Komîteya Destûrê ya Sûriyê bêyî Rêveberiya Xweser peyivî. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guteres biryar li Cenevê ragihandibû.
El-Qeftan gazînekirina Rêveberiya Xweser di komîteya destûrê de wek şaştiyeke mezin bi nav kir û wiha peyivî: “Hevdîtinên ku li Cenevê çêdibin, girîngtirîn damara xeta demokrasiyê paşguh dikin yanî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguh kiriye û kesek ji wan nepejirand. Amadekirina destûrê bê şêniyên Bakur û Rojhilat Sûriyê dê kûr, seqet û ne sax bimîne.”
Mesele ne tenê çêkirina destûrekê ye
El-Qeftan got, ew wekî Partiya Siberojê ya Sûriyê paşguhkirina her aliyekê red dikin û wiha pê de çû: “Tevî wê em dixwazin vegerin biryara 2254’an a ji bo çareseriya aloziya Sûriyê. Çareseriya aloziya Sûriyê ne tenê di destûrê de ye lê belê di rawestandina kuştin û derxistina dagirkeriya Tirk de ji Efrînê û herêmên Sûriyê yên din ên dagirkeriyê ye. Piştre nîqaş li ser amadekirina destûrê li Sûriyê ne, li derve dest pê dike.”
ANHA/REQA