Krîza siyasî û aborî ya li Herêma Kurdistanê heyî, bûye firsetek mezin ji bo dewletên cîran destwerdana herêmê bikin. Bi taybetî dewleta Tirk hewl dide sûdê ji krîzên li Herêma Kurdistanê bibîne. Di vê çarçoveyê de Berdevkê Fermî yê Tevgera Îslamî Kamîl Mehmûd got, dagirkirina xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve neyê qebûlkirin û wiha peyivî: “Em êrîşên dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin. Her wiha ji hêz û aliyên Kurdî daxwaz dikin, li dijî vê destwerdanê bê helwêst nebin.”

Kamîl Mehmud ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê xwest ku li ser bingehê berjewendiyên hevbeş û giştî li gel welatên cîra têkiliyan deynin .

Berdevkê Fermî yê Tevgera Îslamiya Kurdistanê Kamîl Mehmud di dawiya axaftina xwe de got; “Pêwîst e ew welatên li ser Herêma Kurdistanê destwerdana siyasî û aborî kirine, van kiryarên xwe bi dawî bikin.”


HAWKAR MISTEFA / ROJNEWS