Koçerê bi navê Îzzettîn Gunbay diyar kir ku di demsala baharê de ji Elihê hatine û di demsala payizê de dîsa vedigerin Êlihê û wiha got: “Em debara xwe û jiyana xwe bi çanda koçeriyê derbas dikin. Em dernekevin zozanan em nikarin debara xwe û jiyana xwe berdewam bikin. Koçerî û zozan perçeyekî jiyana me ye. Çendî qedexe û astengî hebin jî em ê dîsa koçerî û sewalkariyê bidomînin, em ê her û her sewalan xwedî bikin.”
Dê koçeriyê bidomînin
Koçer Gunbay da zanîn ku her sal berî sewalên xwe derxin zozanan baytaran bi daxwaz û destûra Wezîrê Çandinî û Sewalkariyê derman ji wan re dişand û sewalên xwe derzî dikirin û wiha got: “Lê îsal beytar bi hinceta zozan û herêm hatine qedexekirin nayên vir. Gunbay da zanîn ku her çend qedexe hebin jî ew ê bên vir û koçeriya xwe berdewam bikin:”
Koçerê bi navê Halit Gunbay jî anî ziman ku ew qedexe û dorpêçê naxwazin û wiha got: “Em li şûna şer û qedexeyan aştî, wekhevî û biratiyê dixwazin. Ji ber ku bi girtin û kuştinê nikarin Kurdan xelas bikin. Her çendî me qetil bikin jî em ê zêdetir bibin. Ew çi bikin bila bikin, em dev ji vê koçeriya xwe bernadin.”
WAN