Dev ji siyaseta durû berde
Dawiya hefteyê, Biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li ser kadroyên pêşeng ên PKK'ê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Bakurê Sûrî li gelek navendên Ewrûpayê hatin şermezarkirin. Kurdistaniyan xwest ku Ewrûpa rojekê ji ya din zûtir dev ji vê siyaseta xwe ya durû berde.
Li dijî biryara DYE´yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK'ê û Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Fransayê Reimsê meşek hat lidarxistin. Endamên Partiya Komunîst a Fransayê, Sendîkaya CGT, komunîstên ciwan û TKP/ML jî destek dan çalakiyê.
PKK gel e
Li bajarê Baselê yê Swîsreyê jî meşeke protestoyî hate organîzekirin. Girseya gel li Marktplatzê li hev civiya û ber bi Dreirosenbruckeyê meşiya. Di meşê de dirûşma "PKK gel e, gel li vir e" hate gotin. Her wiha li ser mijarê belavok hatin belavkirin.
Biryara DYE’yê li paytexta Îtalya Romayê jî hate şermezarkirin. Di çalakiyê de hate ragihandin ku PKK rêxistineke 'terorîst' nîne, berevajî vê yekê, PKK tevgereke mirovahiyê ye.
Biryara Emerîka jî hat rûreşkirin
Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê jî Biryara Emerîkayê, êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û tevrîdkirina Ocalan hate protestokirin. Di çalakiyê de pankartên li ser wan ‘Em xelata perayan a li dijî şervanên azadiya Kurd şermezar dikin’ , ‘Dîktator Erdogan’ nivîsandî, hatin hilgirtin.
Li bajarê Elmanyayê Hamburgê jî bi heman armancê li ber Serkonsolosxaneya DYE’yê wêneyekî mezin ê Ocalan hate hildan. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Terorîst Tirkiye", "Kujer Tirkiye, hevkar DYE“, "Bimire komplo" hatin gotin.
Tecrîdkirina Ocalan li bajarê Elmanyayê Pforzheimê jî hat protestokirin. Nûnerê Tevgera Ciwanên Şoreşger li qada çalakiyê axivî û biryara DYE’yê ya li dijî pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd şermezar kir.
Qedexekirina PKK´ê betal bikin
Li paytexta Elmanya Berlînê jî çalakiyek bi heman armancê hebû. Di çalakiyê de îşaret bi qedexekirina PKK'ê jî hate kirin. Çalakgeran xwest qedexekirina PKK'ê li Elmanyayê tavilê bê betalkirin.
Endamên Jinên Ciwan ên Azad (JCA) jî li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê çalakiyeke pêk anîn. Jinan ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Ocalan pankarteke li ser nivîsandî "Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye" li ser pirekê daliqand. n NAVENDA NÛÇEYAN