Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser terora dewletê ya li Geverê rapor amade kir û di raporê de hat ragihandin ku dewletê êrîşî sivîlan kiriye û divê tavilê agirbest bê îlankirin.
Heyeta Lêkolînkirina Bûyerên li Geverê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê encamên lêkolînên xwe yên li ser terora dewletê de raporek amade kir.
Heyeta ji parlamenterên Colemêrgê Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Nîhat Akdogan, parlamenterên Wanê Adem Geverî, Tûgba Hezer, parlamenterê Agirî Mehmet Emîn Îlhan, endamê Meclîsa Partiyê Celalettîn Can, çavdêrî û lêkolînên xwe yên 27-28 û 30’ê Tebaxê yên li Colemêrg û Geverê kir raporek.
Êşkenceya dewletê bû sedem
Di raporê de bal hat kişandin ser êşkenceya hêzên ewlekariyê yên dewletê li ser karekeran kir û hat gotin, “Êşkenceya li karkeran hat kirin Kurd bi awayekî rûmetşikandinê qebul kirin. Li erdê, heqaret û êşkenceya li wan, bûn sedem ku gel, bi taybetî jî ciwan xwe biparêzin.”
Di raporê de hat ragihandin ku li taxên Kişla, Orman, Mezarlik û Cûmhûriyetê bi ciwanên xendek kolandine û parastina xwe dikin re hevdîtin hatiye kirin û hat destnîşankirin ku ciwan dibêjin, “Armanca me; xweparastina ji êrîş, girtin û pêkanînên êşkenceyê yên hikûmeta AKP’ê ye”.
5 welatî jiyana xwe ji dest dan
Heyeta HDP’ê da zanîn ku di encama êrîşên hêzên dewletê de bavê sê zarokan Fettan Es (Terzî), Yakûp Babat, Alî Kaval û 2 kesên nasnameya wan nehatine diyarkirin jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes birîndar bûne.
DIvê dewletê xisarê gel tanzîm bike
Li dû vegotina detayên êrîşên dewletê yên li Geverê, di beşa encamê ya raporê de hat destnîşankirin ku divê tavilê agirbest were ragihandin, pêvajoya diyalog û çareseriyê were destpêkirin û ev xal hat destnîşankirin: “Ya ku me li Gever û Colemêrgê dît, ya ku me ji bûyerên li Şemzînan, Farqîn, Silopiya, Hênê, Karaz, Lice, Cizîr, Gimgim û Dêrsimê fêm kir, welat di nava meyleke çûyîna ber bi kaosê de ye. Polîsên tîmên taybet û komandoyên Bolû û Kayseriyê divê tavilê û bi lezgînî xwe vekişînin. Ev hêzên ku bi bêberpirsyarî, tund, zext û rêbazên êşkenceyê nêzî kevneşopî, jiyan û nirxên gel dibin, ya herî bi xêr vekişandina wan e. Pêwîst e derbarê bûyeran de tavilê lêpirsîn were destpêkirin, rêyek bê dîtin ku birînên gel bi hesta edaletê werin pêçandin. Divê zerara malbatên malên wan xisar dîtine bên tanzîmkirin. Divê der heqê polîsan, Tumena Efeler û fermandarên Qereqola Jendermeyan a Kamişli lêpirsîn bê vekirin.”
Serketina HDP’ê tehammul nekirin
Her wiha heyet ragihand ku sedema hilbijartina Geverê ji alî dewleta Tirk ve ew e ku li wir HDP’ê rêjeyeke pir zêde deng wergirt û wiha hat ragihandin: “Herêmên ku di asteke bilind de deng ji HDP’ê re hatiye dayîn weke ‘herêmên ewle yên taybet’ hatine îlankirin. Hikûmet bi hesabên hilbijartinê van herêman weke ‘herêma terorê’ dibîne û bi polîtîkayên ewlekariyê nêzî gel dibe.
Hêzên dewlet û hikûmetê ‘hêzeke gelekî zêde’ bi kar tînin.
Niha li Gever û navenda Colemêrgê bûyer sekinîne. Lê belê ji ber ku pirsgirêk nehatiye çareserkirin, kes nizane wê kengî çi biqewime.
Bûyerên qewimîne nîşan didin ku bersivnedayîna li daxwaza xwerêveberiyê ya gel û bikaranîna rêbaza şîdetê çareserî nîne: Çareserî qebûlkirina daxwaza xwerêveberiyê ye, ji holê rakirina rêbazên zext û şîdetê, pejirandina aştî, azadî û demokrasiyê ye.”
Tîmên taybet nekarîn bikevin taxê
Li Geverê şevê din tîmên taybet êrîşî Taxa Cûmhûriyetê kirin. Di encama berxwedana gel de tîmên taybet ên Tirk nekarîn bikevin taxê û ji neçarî xwe ji herêmê vekişandin.
Tîmên taybet ên ku bi maşînên zirxî û kepçeyan dor li taxê girtin, ji bo rakirina tankera avê ya li pêşiya taxê weke bend dihat bikaranîn, dest bi operasyonê kirin.
Tîmên tevgera taybet ên avêtin ser taxê, gule li derdorê reşandin. Gel jî di çarçoveya xweparastinê de bersiv da êrîşa polîsan. Demeke dirêj dengê çekan ji taxê hat û tîmên taybet tankera avê li pişt maşînên zirxî girê dan û birin hewşa Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.Pevçûn, bi vekişîna tîmên taybet re bi dawî bû.