Dewet rasterast giyan û çanda netewî ya xwediyê dewetê diteyîsîne. Reng û atmosfera dewetên her gelî cûda ne. Heta herêm bi herêm jî rengên xwerû derdikevin pêş, mînak; devera Deşta Mêrdînê, bi giranî kemançe bikartîne, li devera Gimgimê jî çepkî bi nav û deng e, Hekarî rengeke hê taybetir e. Li gel wê dewet reng û kesayetiya xwediyê dewetê jî li ber çavan radixîne. Mirov kesan herî zêde di dewetên wan de nas dike. 

Demekê min xwest ez gelan nasbikim, li ser pêşniyara civaknasekî alman, ez çûm dewetên gelek gelan. Min li pêşwazîkirin, tevger, rewş û çanda di dewetan de derdikeve pêş, hûr û kûr raçavand. Li ser wan hin têbiniyên girîng jî danîn. Mînak; di dewetên Tirkan de govend kêm in, bi giranî bi baskan dilîzin. Jinên ereban di dewetan de çend caran cil û bergên xwe diguherin. Kurd bi jin û mêran ve mil bi mil govendê digirin. Yunan jî wek Kurdan destên hev digirin wisa radibin dîlanê. Alman dîsko çêdikin û her wisa. 

Ez vê dawiya hefteyê çûm du dewetên welatparêzan Yek şemiyê bû. Dema ez di derî de ketim hundir, komeke ciwan li ber mîsketa Enqerê bi baskan wekî Tirkan xwe li ba dikirin. Hin alman û hin kesên dişibiyan Tirkên spî hebûn. Min wer zenkir ku ez bi şaşî ketime nava Tirkan, ez bi lez û bez ji hundir derketim. Di derî de rastê dostekî hatim. Min jê deweta Hesen pirsî, wî jî got; “ev der e“ û bi milê min girt û cardin ez birim hundir. Ez bi xwediyê dewetê re axivîm, Ew çû ba koma mûzîkê, tenê gotinên stranan guherîn, rîtim tev de bi Tirkî bû, min zêde ew reng ranegirt, xatirê xwe xwest û ez derketim.

Yekşemiyê jî çûm deweta welatparêzan, stranbêjê koma mûzîkê bi Tirkiyeke stenbolî berê pesna stranên Tirkî da, li gel wê xwe bi awayê reqasan hejand û stira. Pişt re jî got: “Haydî dostlar Ankara mîsketî“ û xort dan reqisandin. Ez qehirîm û ketim pêsîra xwediyê dewetê, min bi geflêxwarinê got; ezê li ser vê rewşê binivîsim. Ew bi lez çûn ba komê; gotinên mûzîkê hinek bûn Kurdî, lê Kurdiyeke pir xirab û bi dang û dûnga Tirkî lewitî. Pîştî çend lîstikan bi carê ve mûzîka dîskoyê lêdan û got; “Haydê çepkî!“ Her tişt tevlihev bû, lîstikvan sekinîn. Dîsa got: „Haydê dostlar Ankara mîsketî“ ciwanên li ser pîstê tev de rûniştin. Lê wan roviyên asîmîlasyonê, bang bûk û zavê kirin û gotin; „haydê damat ile gelîn „Mîlli tansimiza! Şenlendirelim bûrayi!“  

Pişt vê vegotina rip û rût, lê her tiştî zelal e, em werin mijarê. Piraniya komên Tirkan û nîv Tirkan (Kurdên bişaftî) bi awayekî hatibin perwerdekirin di dewetên Kurdan de hewl didin ku wê çand û sinca Tirkan serdest bikin, bi demê re di hînav û mejiyê Kurdan de bidin rûniştin û giyana wan a derûnî jî bi awayekî xinizî asîmîle bikin, daku bi tevahî têk bibin. Dema Kurd di dewetên xwe de jî di divêtiya çand û rawîşta Tirkan bikaranînê de bimînin, bi vî awayî werin bişaftin, dê di encamê de bi riza dilê xwe vê bikin, vê wek şahiya xwe bihewînin, bi giyanî ve têkbiçin. Têkçûna giyanî têkçûna her tiştê netewî ye.

Mixabin, sed car mixabin ku mêvanên herdu dewetan jî ji sedî 80 zêdetir Kurdên welatparêz bûn. Ew welatparêzên ku mirov newêre li ba wan devê xwe veke, tev de mirovan bi tundî û êrişkarî rexne dikin, bûn. Sed car heyf ku bê min, ji tu kesî deng derneket. Mîna ku ew çanda me be, mûzîka me be, hin ji wan welatparêzan rabûn govendê jî. Heta wekî Tirkan milên xwe rakirin û xwe hejandin jî. Tu kesî ji xwediyê dewetê nepirsî û negot: „Hey heval ev çi ye?“ Heta gava ez ketim pêsîra xwediyên dewetê, hin jî ji min xeyîdîn û gotin: „Tu netewperest î!“

Bi dehan komên TEV Çandê hene, komên welatparêzan hene, komên bi rastî jî li gor anane, çand, mûzîk û govendên Kurdî înstrûmantan bikartînin hene. Çima mirov biçe, komên wiha sedîsed bûnin alavên bişaftinê û pere didin dewleta Tirk bîne? Bi dîtina min ev kêmasiya welatparêzan e. Divê welatparêz deweta xwişk û birayê wan jî be, dewetên wiha protesto bikin. Nehêlin ku kes komên wiha bûnin bakteriyên bişaftinê bînin dewetên xwe. Nehelin ku dewetên Kurdan biguhezin civînên têkbirina giyana Kurdî. Nehêlin ku zimanê dewetan jî bibe Tirkî.