Li ser rûyê dinyayê kêm netewe hene ku dewlemendiya welatê wan wekî Kurdan bûye belaya serê wan. Nefta Kurdan li serê wan bela ye, heta niha wan tu sûd jê wernegirtiye, hê nû Kurdên Başûr parekê jê digirin, lê sedema sereke ya qirkirin û enfalkirinan nefta Kerkûkê bû; hê jî rewşa Kerkûkê çareser nebûye. Ava Kurdistanê li serê wan bela ye, niha hêzên dagirker dixwazin Kurdan di nav wê avê de bixeniqînin. Bi mebesta berbendkirina têkoşîna çekdarî li ser her çem û robarî bi dehan bendavan çêdikin. Mirov diçe ku derê, dibîne ku nirx û kelepora dîrokê hatiye noqavkirin. Niha jî ligel hemû nerazîbûn û bertekan jî xebatên noqavkirina Heskîf û Dêrsimê didomin.
Ne tenê dewlemendî û zengîniya sererdî û binerdî ya Kurdistanê, her wiha cih û warê stratejîk ê vî welatî jî li serê niştecihên vî welatî bûye bela. Welatê wan di navbera zilhêzên herêmê de maye û her tim bûye qada şer. Her wekî Ehmedê Xanî jî balê dikêşe ser, ew her tim li ser sînoran wekî bend û hêza parastina ji êrîşên derve hatine bikaranîn. Di şer û pevçûnan de ew malkambax dibin û serê pêşîn xwîna wan tê rijandin. Xanî ev rewşa kambax wiha rave kiriye:

Ev Rom û ‘ecem bi wan hesar in
Kurmancî hemî li çar kenar in
Her du terefan qebîlê kurmanc
Bo tîrê qeda kirîne amanc
Goya ku li ser heddan kilîd in
Her taîfe seddek in sedîd in
Ev qulzumê Rom û behrê tacîk
Gava ku dikin xurûc û tehrîk
Kurmanc dibin bi xwînê mulettex
Wan jêk ve dikin mîsalê berzex


Sînorên ku di nav dil û hinavên welatê Kurdan de hatiye kêşan, ji her alî ve Kurd malkambax û perîşan kirine. Mirov diçe bajarên ser sînorê Sûriyeyê mirov rastî gelek mirovên nîvîşikan tê. Gelek mirovan li ser sînoran ji ber teqîna mayînan endamekî laşê xwe (ling, mil, çav û hwd.) li cih hiştiye.
Bala xwe bidin tevkujiya Roboskiyê, dîsa heman bextereşiya me û telaqreşiya dagirkeran. Mirovên bêsûc û guneh bi balafirên şer F-16’an hatin kuştin, piştî ku raya giştî ji wan hesab xwest, îcar rayedarên dewleta tirk dest bi tawanbarkirina qurbaniyan kirin. Wezîrê Karên Hundirîn gotin ku ew hevkariya PKK’ê dikin, Serokwezîr Erdogan jî got, “Di destên wan de nexşeya mayînan heye, ji ber vê yekê leşkerên me pê li mayînan dikin, lê qaçaxçî pê li mayînan nakin.”
A rast sedema vê rewşê hinekî em Kurd bi xwe bûn. Dubendî û berberiya di navbera Kurdan bi xwe dibû sedema vê rewşa kambax. Lewma jî Ehmedê Xanî jî gotiye:

Ger dê hebuya me îttîfaqek
Vêkra bikira me înqiyadek
Rom û ‘Ereb û ‘Ecem bi temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî


Lê xweşbextane Kurd êdî hişyar bûne. Êdî hemû rêxistinên Kurdan şerê birakujiyê şermezar dikin û dibêjin hew em destûrê didin ku xwîna Kurdan bi destê Kurdan bê rijandin. Di navbera saziyên sivîlên ên parçeyên cuda de danûstandineke xurt heye. Her roj li bajarekî çalakiyên çandî, hunerî û rewşenbîrî têne lidarxistin. Konferansa neteweyî digel hemû astengiyan jî dûr – nêzîk dê çêbe. Tiştê ku dagirkeran har û dîn dike ev rewş e. Ew li Kurdên berê digerin, lê ew cure Kurd êdî peyda nabin, her wekî pêşiyên me gotine, “Tiştê çû mede dû”, em jî ji wan re dibêjn, “Tiştê çû nede dû, were bi Kurdên re rûnê, li hev bike.”
Lê Kurdan di warê rewşa Sûriyeyê de stratejiyeke hevpar diyar nekiriye, ev yek rê li ber dagirkeran xweş dike, lewre jî divê rojekê berî roja din di vî warî de stratejiyeke hevpar a Kurdan hebe. Wisa xuya ye ku helwesta hikûmeta AKP’ê jî hinekî girêdayî vê stratejiyê ye.