Alîgira Şaredar Çîgdem Ozlu ani ziman ku ji bo ew alikariyê kom bikin nivîs ji qeymeqamiyê re şandin, lê qeymeqan bêyî ku nivîsê îmze bike nivîs li wan vegerandiye. Ozglu, da zanîn ku cezayê li wan hatiye birîn ne hiqûqî ye.
Şaredariya Kaxizmanê jî di 25’ê cotmeha 2011’an de ji bo alîkariyê çadir ava kir. Çadira alîkariyê ya Şaredariya Kaxizmanê ji aliyê polîsên dewletê ve li ser fermana Qeymeqamiyê hate desteserkirin. Qeymeqamiyê bi îdîaya “Bêdestûr alîkarî belav kiriye” li Şaredarê Kaxizmanê Mehmet Alkan û Alîgira Şaredar Çîgdem Ozlu 862 TL cezayê pereyan birî. Piştî ceza li Alkan û Ozlu rastî ceza hatin li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Kaxizmanê îtiraz kirin. Lê serdana Alkan û Ozlu hatin redkirin.
Qeymeqamiyê ji Alkan û Ozlu re nivîs şand û wiha got: “Ji aliyê polisan ve hete tespîtkirin ku şaredariyê alîkarî kom kiriye û bê destur çadir vekiriye. Li gel ku me nivîs ji aliyan re nivîsand jî dîsa bê usûl û kanûn alîkarî kom kirin. Li gorî zagona 29’an a alîkariyê ji aliyê qeymeqamiya me ve 862 TL cezayê perayan erênî hatiye dîtin.”
Ozlu, destnîşan kir ku cezayê li wan hatiye birîn li dijî zagon û hiqûqê ye Li her dera Tirkiyeyê her kes ji bo alîkariyê seferber bûn. Divê her kes alîkariyê bike.
ARARAT ARAS
- DÎHA/QERS