
Tugluk anî ziman ku di bingehê polîtîkayên ketine meriyetê de têkoşîna dewletê ya li hemberî Ocalan heye û wiha axivî: "Di navenda stratejiya ewlehiyê de Birêz Ocalan heye. Lewma bi mehan de li ser Birêz Ocalan tecrîdeke şidandî tê meşandin. Beriya tecrîda şidandî dewletê gelek caran bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin heta dereceyekê baş çûn. Lê dema ku encam ji vê yekê negirtin vê carê jî bi Ocalan re ket nava têkoşîneke dijwar. Sedemê têkoşîna bi Ocalan re jî ev e: "Radestî me bibin. Rêxistinê teslîmî me bikin. Dema ku ev yek jî pêk nehat, vê carê dest bi tecrîda şidandî kirin."
'Tecrît darbe ye'
Tugluk, destnîşan kir ku rol û erka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser çareseriya pirsgirêka Kurd gelek e û wiha berdewam kir: "Kesên tecrîdê pêk tînin jî baş dizanin ku Brêz Ocalan nebe aştî jî pêk nayê. Rêbazên çareseriyê nebe aştî jî pêk nayê. Rêberê PKK'ê Brêz Ocalan di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de herî zêde hewldana aştiyê pêş dixe. Tecrîda li Îmraliyê darbeya li ser aştî û biratiyê ye. Ev polîtîkayên tên kirin pir talûke ne. Mixabin AKP û devlet vê rastiyê nabîne. Em ji ber fikarên pêvajoyê dixwazin ku ji nûve bi Ocalan re hevdîtin, diyalog û muzakere bên destpêkirin. Em dixwazin Brêz Ocalan ji bo çareseriyê wekî otorite û muxatab bê dîtin. Ev ji bo çareseriyê firset e. Em dîsa diyar dikin ku em tecrîda li ser Brêz Ocalan qebûl nakin."
'Xwedî helwest bin'
Tugluk, destnişan kir ku partiyên yek hişmendî bi her kesî didin windakirin û bi taybetî bi AKP'ê dide de windakirin û wiha pêde çû: "Birêz Ocalan dê tiştê ku ji destê wi bê bike. Li Îmralî hiqûqa taybet tê meşandin û hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Dixwazin hiqûqê jî siyasî bikin û tecrîrê rewa bikin. Em bang li hêzên navneteweyî yên cîhanê jî dikin û dixwazin xwedî helwest bin.
Tugluk, destnîşan kir ku gora komî ya li qada JÎTEM'ê û Girtîgeha Girtî ya Amedê piştî restorasyonê û kolandinê hate dîtin, rastiya dewletê ya li dijî Kurdan dide nîşan û wiha got: "Ev feraset û nêzîkatiya dewletê ya li dijî gelê Kurd nîşan dide. Tirkiye xwedî dîrokek tarî ye. Divê dewlet bi vê dîroka xwe ya tarî re bê rûqalî hev. BDP vîna gelê Kurd e. Erdogan bi neheqipa li BDP'ê neheqî li gelê Kurd kiriye.
DÎHA/AMED