Beriya niha jî derketibû holê ku hêzên çekdar ên dewletê li navçeya Mêrdînê Dêrikê diziya welatiyan kiriye; niha jî piştî qedexeya derketina kolanan a 8 rojan li navçeya Mêrdînê Dêrikê hêzên çekdar ên dewleta Tirk diziya welatiyan kir. Polîsên deweta Tirk bi ser malbata Dolek de girtibûn, niha eşkere bû wan polîsan zêrên malbatê dizîne. Xatûn Dolek li ser mijarê dibêje: "Piştî ku bi ser mala me de girtin odeya bûka min li nav hev xistin û zêrên bûka min jî birin."

Dolek bi bîr xist ku ev zêr ji bo wê bû ku kurê wê ji xwe re dest bi karekî bike û weha peyivî: "Xwedê ji wan re nehêle. Tişta ku anîn serê me ji wan re nemîne."

Beriya niha jî li taxa Abdûlkadîrpaşa ya Nisêbînê, 32 hezar TL yên malbata Dûyûş ji aliyê polîsan ve hatibû dizîn. 


 MÊRDÎN