
KCD û Platforma ji Xerakirina Sûrê re Na, encamnameya komxebata “Ji Heskîfê heta Sûrê em wêrankirina bajaran, dîrok, civak, çand û xwezayê rawestînin” bi raya giştî re parve kir. Di encamnemeyê de ji saziyên sivîl xwestin ku li dijî qirkirin û wêrankirina bajar, xweza, dîrok û şûnwarên li Kurdistanê têkoşîna hevpar bikin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Platforma ji Xerakirina Sûrê re Na, 21’ê Hezîranê li navçeya Sûrê bi dirûşma “Ji Heskîfê heta Sûrê em wêrankirina bajaran, dîrok, civak, çand û xwezayê rawestînin” komxebatek li dar xist. Komxebat bi beşdariya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, parlamenter, akademîsyen, plansazên bajêr, ekolojîst û nûnerên saziyên civakî yên sivîl, pêk hat. Encamnameya komxebatê bi daxuyaniyekê bi raya giştî re hat parvekirin. Encamname dibêje, operasyonên qirkirinê û hilweşandina bajaran di encama plana çongpêdanînê ya dewleta Tirk a payîza 2014´an pêk hatiye û van tesbîtan dike: “Di encama van operasyonan de bajarên Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Hezex û gelek bajarên Kurdan cih û warên dîrokî û çandî hatin şewitandin û hilweşandin, xwestin van bajaran bi temamî bêmirov bihêlin. Di nava wan de jin, zarok, ciwan, kal û pîr jî hene bi hezaran Kurd hatin qetilkirin, di serî de parlamenter û hevşaredar bi dehezaran siyasetvanên Kurd hatin binçavkirin û girtin. Bi vê re hemû saziyên demokratîk hatin girtin, zêdetirî sedhezar kedkarên cemaweriyê ji kar hatin derxistin. Dîktatoriya faşîst di serî de di nava daraz û medyayê de li hemû qadên jiyanê xwe bi cih kiriye.”
Sûcê li dijî mirovahiyê ye
KCD û saziyên din di encam nameyê de rexneyê li xwe digirin ku komxebat dereng maye û dibêjin, “Em zanin ku ev xebateke derengmayî ye û bi awayekî xurt hat destnîşankirin ku ev xebateke gelekî girîng e. Komxebat; hemû polîtîkayên qirkirin û hilweşandinê yên ji bo wêrankirina xwezayê û bajarên Kurdan tên meşandin wekî berdewama polîtîkayên înkar, tinekirin û bişaftinê ya ji Osmaniyan heta roja me didomin, nirxand. Ev polîtîka û pêkanînên li hemberî mirov, xweza, gelên Kurdistan, dîrok, çand û hwd. li hemberî hemû nirxên hevpar pêk hatine wekî sûcê li dijî mirovahiyê pêk hatiye nirxand.”
Bang li saziyên navneteweyî
Komxebat bang li saziyên navneteweyî yên wekî UNESCO, NY´yê dike da ku li dijî qirkirin û wêrankirinê hevkariyê bikin. Komxebat îşaret bi siyaseta guherandina demografiya bajarên Kurdan jî dike û bang li gelên Kurdistanê dike ku hişyar û hestiyar bin. Komxebat berxwedana gel a li dijî faşîzma dewleta Tirk bi bîr dixe û dibêje, “warê xwe terk nekirin, xwedî li nasname û rûmeta xwe derketin, polîtîkayên koçberkirinê pûç kirin.” Komxebat li dijî tinekirina bîr û dîroka Kurdistanê jî vê bangê dike: „Em banga têkoşîna bi hev re û yekîtiya neteweyî li partiyên siyasî, rêxistinên saziyên sivîl, kesayet, saziyên demokratîk ên Kurdistanî dikin.”
AMED