Dewleta Elman li malbata Zozan G.´yê ku zarokên xwe baş mezin dike û baş li wan miqate dibe doza jêstendina mafê miqatebûna li zarokan vekiriye û pê hem destûra xwe ya bingehîn û hem jî qanûnên Ewrûpî binpê dike.

 Parêzer Tim Engels dibêje, ya eşkere xuya dike, ew e ku xweşhaliya zarokan ne di tehlûkeyê de ye, lê bi sedemên siyasî dixwazin rewşeke qaşo ya tehlûkeya ji xweşhaliya zarokan re çêkin û ev jî cihê fikaran e.

Tim Engels hêvî kir ku doz di rûniştina 22´yê Çile de betal bibe, na heger nebû û li Zozanê tedbîrên weke qedexeya beşdarbûna xwepêşandanan bê ferzkirin jî, ew ê li ber vê biryarê rabin û dozê bibin mehkemeya bilind.

Li ser meqamên Parastina Dewletê, Dadgeha Malbatê ya Oberhausenê dozek li Zozan G´yê vekir û mafê miqatebûna li zarokan kire ber lêpirsînê. Parêzerê Zozan G.´yê, Tim Engels, dibêje meseleyê hemûyî bi peyameke beşa siyasî (Parastina Dewletê) ya dozgeriya Karlsruheyê dest pê kiriye. Di vê peyamê de tê gotin, li dijî keça Zozanê, L´ya 13 salî lêpirsînek hatiye destpêkirin; L. beşdarî meşeke dirêj a ji Mannheimê ber bi Karlsruhe ve bûye û ji ber ku L. zarok bûye, ji ber hîna negihaye sûc bike, lêpirsîn hatiye betalkirin.

Parêzer dibêje, nivîsa li ser betalkirina vê lêpirsînê, dozgeriya Karlsruheyê ji Dadgeha Malbatê ya Oberhausenê re şandiye. Ji ber vê jî Dadgeha Malbatê ya Oberhausenê doza li dijî Zozanê daye destpêkirin. Di vê çarçoveyê de gava pêşî ew bûye ku ji Meqamê Ciwanan (Jugendamt) doza nihêrîn û encama întîbaya wê bike. Parêzer Tim Engels dibêje, piştî hevdîtin û serdana malbatê ji mehkemê re nivîsiye, zarok li gorî emrê xwe bi sihet û têgihiştî ne, L. jî diçe dibistaneke giştî ku hîç pirsgirêkên wê nînin û li mektebê serketî ye. Tim Engels bi bîr dixe ku Meqamê Ciwanan ji bo malbatê gotiye, “Malbata G. zarokên xwe baş mezin dike û li wan baş miqate dibe. Yanî Jugendamtê ji mehkemeyê re gotiye, ti tedbîra bi destê mehkemeya malbatê ne lazim in.”

Dixwazin mînakekê çêkin

Lê mehkeme israr dike. Hem îfadeya Zozanê û keça wê L.´yê 20 Mijdarê digire û hem jî piştre ya her 5 zarokên wê digire; hem jî tevî ku parêzer û desteka hiqûqî ya dewletê dayî zarokan dibêjin, ev ne lazim e û wê zirarê bide zarokan. Tim Engels ji me re dibêje, diyar e ku van îfadeyan jî têra dadgerê nekiriye û beriya rûniştina dozê ya 22´yê Çile ji polîsê Parastina Dewletê (yê li Essenê) û hem jî ji Meqamê Parastina Dewletê yê li Karlsruheyê doza bêhtir dosya û agahiyan kiriye. “Her agahiya ku dibe ku elaqedarî çalakiyên siyasî yên malbatê yên bikevin ber hiqûqa ceza” ji van meqaman hatine xwestin.

Tim Engels dibêje, piştî salên 1950´î ew bi ti doza bi vî rengî nizane û dozê weke doza nimûneyê nîşan dide. Tim Engels gava behsa israra dadgerê dike ji bo dewamkirina çêkirina “întîbaya xwe bi xwe” dikene. Li gorî wî zen ew e ku Zozan di nava Tevgera Kurd de zêde çalak e û keça xwe îndoktrîne dike. Yanî dadger dixwaze bi agahiyên taqîba Zozanê zena xwe bide piştrastkirin.

Derbeke kujer li mafên destûrî

Li gorî Tim Engels, heger mafê miqatetebûna li zarokan ji dayikê bê standin, ev derbeke kujer e ku li mafên destûra bingehîn tên xistin, lewma ev tetdbîra ji bo xweşhaliya zarokê heger li dijî kes û derdorên siyasî nayên hezkirin hingê weke amûrekê tê bikaranîn. Yanî bi vê yekê xala 6´ê ya destûrê tê binpêkirin, û Tim Engels bi îhtîmam dibêje, “Destwerdana dewletê jî bi awayekî hişk hatiye sînordarkirin û divê tehlûkeyeke li dijî xweşhaliya zarokê îsbatkirî be. Lê Meqamê Ciwanan jî, mamoste, cîran û doktor jî dibêjin, sihet û xweşhaliya zarokan ne di tehlûkeyê de ye.”

Bi saîqên siyasî

Tim Engels herî dawî dibêje, “Nebûna rewşa tehlûke ji xweşhaliya zarokê re bi rehetî tê dîtin, lê hewl didin ku rewşa hebûna vê tehlûkeyê bi paşxaneyeke siyasî çêbikin. Ev cihê fikaran e.”

Ji bo tedbîrên muhtemel jî Tim Engels dibêje, gelek tedbîr hene, û ya dawî jî ji dêûbav stendina mafê miqatebûna li zarokan e. Bi ya wî mehkeme wê hin ferzan çêke yên weke qedexekirina hin çalakiyên siyasî li dayikê, lê ev jî di warê hiqûqî de derbeke heyatî ye ku li azadiya civîn û xwepêşandanan a destûrî dikeve. Li aliyê din li gorî Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpî jî malbat bi taybetî parastî ye û Tim Engels dibêje, biryareke welê wê bibe binpêkirina vê peymanê jî.

Zozan wê li ber qedexekirina siyasetê rabe

Tim Engels dibêje piştgirî muhim e. Weke mînak jî dibêje ji Ambulanta Parastina Zarokan a Hagenê telefonî kesekê wî kiriye û gotiye ev nabe bê qebûlkirin, û zarokên beşdarî çalakiyên Fridays for Future dibin jî dikarin bikevin ber tedbîrên wisa.

Parêzer got, ew li bendê ye ku 22´yê Çile doz bê betalkirin, lê heger dadgeh biryara ferzkirineke weke qedexekirina beşdarbûna xwepêşandanan bide, ew ê li ber biryarê rabe.

Rûniştina dozê 22´yê Çile ye û heman rojê saet 08:30´î li Meydana Friedensplatzê li ber mehkemê çalakiyeke ji bo destekdana Zozan G.´yê heye.