Malbatên her du girtiyan bertek nîşanî mişextan dan û diyar kirin ku dewlet bi wan mişextan wan ceza dike. Dayîka Hamdullah Çinar Medîne Çinar diyar kir ku 15 meh berê kurê wê ji dikanê torpîl girtî lê torpîl di destê wî de teqiyaye ji ber teqînê hemû tiliyên kurê wê yên destê rastê jêbûne û piştî teqînê polîsan kurê wê girtine. Çinar anî ziman ku kurê wê ev 15 mehe li girtîgehê tê girtin û li Nexweşxaneya Sinir û Ruh a Kurttepe ya Edeneyê û li Nexweşxaneya Balcaliya Zanîngeha Çukurovayê hêj di hat derman kirin lê di roja 10´ê Çile bi awayekî kêfkarî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve mişextî Girtîgeha Tîba T a Dînarê hatkirin û dermankirina wî di nîvî de maye.


Derman nakin
Dayîka Çinar rewşa kurê xwe wiha vegot: "Pirsgirêkên kurê min yên psîkolojîk heyen him jî hemû tiliyê destê wî yê rastê nîne. Jiber vê yekê li Edeneyê dihat dermankirin. Ji ber ku mişextî girtîgehek din kirin dermankirina wî di nîvî de ma. Ji ber girtina kurê min min falinc derbaskir. Kurê min bi telefonê li min digere û digrî. Ez ji rewşa kurê xwe bi fikarim. Ez dixwazim ku kurê min di demek kurt de bînin Edeneyê. Ji xwe li vir dihat derman kirin. Li wir çawa dermandikin. Li girtîgeha ku hatine mişext kirin bes ev û Baver Eye hene. Bila dengê me bibîhîsin û zarokên me dîsa vegerînin Edeneyê."


'Çima ew qas dûr birin'
Dayîka Baver Eye Sadiye Eye diyar kir ku Girtîgeha Tîba F a Kurkçulerê di warê binpêkirina mafan de hêj cîhê xweyê di rojevê de diparêze û kurê min 12´ê mehê ku li girtîgehê dima her roj bi binpêkirina mafan re rûbirû dima. Eye anî ziman ku rêveberiya girtîgehê kurê wê bi awayek kêfî mişextî Girtîgeha Tîba T a Dînara ku 780 kîlomet re dûr hatî kirin û wiha got: "Kurê min bi telefonê li min geriya û ji min re got 'Li vir tu tiştek nîne. Ji bilî min û hevalê min Hamdullah Çinar tu kesek nîne.' Sedema ku zarokên me ew qas kîlometre dûr birin ewe em zarokên xwe nebînin. Dewlet hîm me him jî zarokên me ceza dike. Em niha çawa heta wir biçin. Em ji rewşa kurê xwe bi fikarin. Em dixwazin di demek kurt de bînin Edeneyê. Dewlet him me him jî zarokên me ceza dikin. Bila dawî li vê eziyetê û êşê bînin." Her du malbatê girtiyan serî li Şaxa Komaleya Mafê Mirovan a ÎHD´ê dan û daxwaza alîkariya hiqûqî kirin.

DÎHA/EDENE