Tevî ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû derfetên xwe êrîşî çavkaniyên debarê dike jî, şêniyên Colemêrgê bi saya axa xwe ya bi xêrûbêr, debara xwe dikin. 

Rewşa avhewa û erdnîgarî ya Colemêrgê, rê li ber şînbûna her cûre fêkî û zebzeyan vedike. Tevî fêkiyên sêv, alûce, vişne, gelyaz, gûz û tirî li herêma Colemêrgê bi dehan celebên zebze yên weke firingî, îsot û arû jî şîn dibin. Welatiyên vê herêmê, bi saya fêkî û zebzeyên xwe û bi sewalkariya rexmî zilma dewletê, debara xwe dikin.

Welatiyên li gundan cotkariyê dikin, dibêjin, "Em nabin hewcedarê kesî û berhemên xwe bi xwe diçînin. Li axa me hemû celebên fêkî û zebzeyan şîn dibin. Beşekî ji van berhemên xwe di mehên havînê de em dixwin, beşekî jê jî ji bo zivistanê amade dikin. Yên ji ber mayî jî difiroşin."

Welatiyên ku sewalkariyê dikin jî, amadekariyên xwe yên ji bo zivistanê didomînin. Germa havînê ne xema wan e. Beşek ji van welatiyan ka diçînin, beşek jî wan dide hev. Gundî her wiha di çinînê de alîkariya hev dikin. Dema ew pê re nagihînin, tirpankêşan dixebitînin. Tirpankêş, rojane bi 150 lîreyî dixebitin. Dibêjin, ji ber dewletê zozan li wan qedexe kirine, ew giraniyê didin ser erdên xwe yên li nava gundan. 


 DÎHABER / COLEMÊRG