Kordînasyona Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) diyar kir, berxwedana bi heybet a hêzên wan li dijî çeteyên qesrê, bi çalakî û berxwedanê dewam dike. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Faşîzma AKP'ê, ku derbên giran ji hêzên me yên YPS'ê dixwe, li Geverê careke din rûyê xwe yê qirêj û faşîst nîşan da. Bi binpêkirina pîvanên şer re sivîlan hedef digire û êrîşên xwe yên li navçeyê giran kir."
Êrişên giran li dijî Şirnexê
Daxuyaniyê li ser Şirnexê ev agahî dan: "Ev du roj in li hemberî taxa Dîcle ya Şirnexê êrîşeke giran tê kirin. Bi tank û hawanan li taxê didin. Çete dixwazin dîwarên xaniyan qul bikin û bi vî rengî bi pêş de biçin. Di navbera van çeteyan û hêzên me de şer diqewime. Di vî şerî de şervaneke me ya YPS Jin şehîd ket." Şervana jiyana xwe ji dest dayî Gurbet Kaya ya bi navê Şervan Jiyan Amargî ye.
Li gorî daxuyaniyê endamekî polîsê taybet ê Tirk pêr li taxa Bahçelîevler hatiye kuştin û maşîneke zirxî a tîpa akrep jî bi temamî hat rûxandin, lê belê der barê kuştiyên çekdarên tirk de agahiyên zelal nehatine bi dest xistin.
Li Nisêbînê balefireke bêpîlot hat xistin
Daxuyanî weha dewam dike: "18'ê Adarê, li taxa Kanîka ya navçeya Mêrdînê Nisêbînê, hêzên me yên YPS'ê balafireke keşfê ya biçûk a li ser herêmê difiriya xistin xwarê. 19'ê Adarê saet di 09:00´an de li qada Weysîka ya taxa Kanîka, şervanên me yên YPS Jin çeteyekî DAIŞ'ê bi sûîqestê, çeteyekî din ê DAIŞ'ê jî bi çekên ferdî hedef girtin û kuştin.
19'ê Adarê saet di 17:00 de komek ji leşkeran a li kolana Nîsanê, komek ji leşkeran dema diketin nava malekê, hêzên me li wan da. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Danê nîvro jî li heman herêmê, hêzên me bi bombeyên destan li maleke ku leşker tê de bûn xist. Hejmara kuştiyên hêzên dewletê ya li vir nehat zelalkirin.
19'ê Adarê yekîneyên me li taxa Şehîd Gelhat li maşîneke zirxî ya Kobra xistin. Di encama lêdana derbên xurt de li maşîna zirxî bû ku nema karibe bê bikaranîn. Kuştî û birîndarên polîsên li vê derê nehat zelalkirin."
YPS'ê wekî din da zanîn ku 19'ê Adarê li Nisêbînê du endamên wan jiyana xwe ji dest dane û nasnameyên wan jî weke Nesim atabey ê bi navê şervan Zerdeşt Botan û Mehmet Temizer ê bi navê şervan Rêber hatin eşkere kirin.
Dewlet derewan dike
YPS´ê li ser şerê li navçeya Colemêrgê Geverê jî got, "Roja 19'ê Adarê saet di 21:00 de li navbera taxên Gungor û Cûmhûriyetê 2 teqînên dijwar rû dan. Encamên van teqînan hîna eşkere nebûne. 20'ê Adarê saet di navbera 05:00-09:00 de hêzên dewletê bi çekên giran û teknîkê bombeyan li taxên Gungor û Cûmhûriyetê dibarînin. Di encama teqînên mezin ên 19'ê Adarê de, dibe ku ji gelê herêmê mirovan jiyana xwe ji dest dabe. Hejmara ku dewlet weke kuştî û birîndarên YPS'ê di nava 7 rojên dawî de diweşîne, derew in."
YPS´ê wekî din nasnameya şervanekî xwe yê 14'ê Adarê li navçeya Amed Peyasê di encama giliyekî de di şer de jiyana xwe ji dest dayî jî weke Beştî Tranli yê bi navê şervan Rizgar Çewlik eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN