Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş têkildarî şopandina Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç got: “Ev bûyer çetebûna di nava dewletê de baş dide nîşan: Şaxê çetebûnê yê di nava polîsan de, di nava çapemeniyê, darazê û  siyasetê de.”

Demirtaş ê li zindana Edîrneyê rehîn tê girtin bi rêya parêzerên xwe di hesabê xwe yê Twîtterê de li ser rewşê nivîsî.

“Wesayîta parlamenterê me yê Wanê Mûrat Sarisaç bi rêbirrî disekinîn û xebatkarê me yê çalak ê Meclîsa Partiyê birêz Yûnûs Dûrdû bi awayekî neqanûnî direvînin û dibin nezaretxaneyê. Yên vê yekê dikin bi wesayîtek bêplaka tên, nasnameyên xwe jî nîşan nadin û rûyê xwe jî vedişêrin. Wekîlê me ev bûyera xeternak bi vîdeoyê teşhîr kir. Dema teşhîr jî dike, ew kes diqirqilin û hema ‘teşkîlata nûçeyên derew’ dikeve dewrê. Bi operasyoneke psîkolojîk ku ji yek navendê tê birêvebirin, medya alîgir hemû dibêje ‘Di wesayîta wekîlê HDP’ê de terorîst’ derket.’ Berdevkên AKP’ê jî heman derewê dikin. Li şûna ku der barê van kesên sûc kirî û mirov revandî de lêpirsîn were destpêkirin, der barê wekîlê me de lêpirsînê didin destpêkirin.

Siberojê ji bo pirsên wek ‘ling û şaxên van kesan li ku ye?’ neyê pirsîn bi bîr dixim. Bi hêvî û bextewarî bimînin. Silavê xwe li her kesî dikim.”

 

MA/ENQERE