Qeyûmê tayînî şaredariya Payizava Wanê hat kirin, pirtûkxaneya Helbestvan Niyazi Sonmez a seyar girt. 
Şaredariya Payîzavayê ya Wanê ya DBP’î otobêsa gel a ku bûbû xurde, veguherandibû pirtûkxaneyê û navê Pirtûkxaneya Helbestvan Niyazi Sonmez lê kiribû. Qeymeqemê Payîzavayê Osman Dogramaci yê ku wek qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, pêşî navê Niyazi Sonmez guherand û paşê jî bi hinceta ku “Propagandaya rêxistinê” tê kirin, pirtûkxane girt. Li vê pirtûkxaneyê ji berhemên klasîk ên cîhanê bigire heta berhemên Kurdî yên edebî gelek berhem hebûn û Payîzavayî eleqeyeke mezin nîşanî pirtûkxaneyê didan. 
Li ser pirtûkxaneyê ji wêjeya cîhanê û ya Kurdî wêneyên helbetsvan û nivîskarên wek Pablo Nerûda, Ehmedê Xanî, Musa Anter, Cegerxwîn, Nazim Hikmet û wêneyên zarokan ên ku bi boyaxan hatibûn çêkirin, hebûn. Her wiha qeyûm bi hinceta “Propagandaya rêxistinê” kirine giliyê kesên ku pirtûkxane vekirine kiribû. 

Kurê Niyazi Sonmez, Ali Sonmez bertek nîşanî girtina pirtûkxaneyê da û bi bîr xist ku, li ser pêşniyara gelê Payîzavayê navê bavê wî li pirtûkxaneyê hatiye kirin û got: “Gelê Payîzavayê ji bavê min hez dikir. Qeyûm bi endîşeya ku ew ê çawa xwe li ber dilê îktîdarê xweş bike, pirtûkxaneya ku navê bavê min lê hat kirin, girt. Mixabin pirtûkxaneya bi navê bavê min wek unsûra sûcî hatiye hesibandin. Ev bûyer jî nîşan dide ku, ka çi qasî tengijîne. Hesabê ku ew ê çawa gel biçewisînin dikin.” 



 WAN