Di hevdîtinên ÎRA û Ingilîstanê de, Jonathan Powell muzakere rêve dibirin. Dibêje; “babeta herî zor baweriya aliyan e.“
Di destpêka hevdîtinên dewleta Tirk bi Ocalan re, ev mijar gelek caran hate axaftin. Şîrove û nirxandin jî hatin kirin Yekemîn car, Birêz Ocalan anî ziman ku, dema çek derbas bûye. Hemberî ku gelek caran rayedarên Tirk, „siyaseta deştê“ dikirandin jî gavek ne avêtin û serî li qanunên poşmaniyê dan. Dergehên Edaleta Tirk şanî Kurdan dan. Ji bo lîderên Haraketa Azadiya Kurd jî, dewletên Ewropa, geh Skandînawya, geh Awusturalya bijartin. Ji bedêla Kurdan jî diaxivîn, biryar jî didan.
Rewşa Tirkiyê giha wê qonaxê ku, mecbur bûn çûne Imralî û bi Birêz Abdullah Ocalan re rûnin. Ji aliyekî ve Bihara Gelan dest pê kir; ji aliyê din ve têkoşîna gelê Kurd dijwar bû. Piştî ku girtiyên azadiyê, di zindanan de destan nivîsîn, dewlet û desthilatdariya Tirkiyê mecbur man ku hawara xwe bigihînin Ocalan.
Baş tê zanîn ku desthilatdariya AKPê, bi mîrateya siyasî ya îdeolojiya fermî haraket dikir. Birêz Ocala jî, çend caran rûwê rast yê AKPê eşkere kir û cotstandardî û dirûtiya AKPê anî ziman. Dîse jî, ji bo aştiyek mayînde û çareseriya pirsgirêka Kurd israr kir û di hevdîtinên li Îmralî de, înîsiyatîf ji destên xwe berneda.
Du aktorên pêvajoyê derketin holê Ocalan û Erdogan... Ocalan di aktoriya xwe de vekirî bû, dilsoz û zelal bû û her kiryar û gavavêtin, li gorî derfetan, bi raya giştî re parvekir. Erdogan, di destpêka hevdîtinên Imralî de, bêdeng ma, li hevdîtinan xwedî derneket. Piştî demekê mecbur ma bi axive.
Dîse jî, Erdogan îdeolojiya fermî ya dewletê parast. Siyaseta mandelekirin, demagojî mijulkirin û baheneyan meşand. Lê Ocalan, li gotina xwe xwedî derket û Peyama 21ê Adarê ji raya giştî ya cîhanê re deklere kir. Ev destnîşan kirina îradeya civakî bû. Di vê çarçovê de qonaxa yekemîn ya çareseriya demokratîk dest pê kir. (Good 21’ê Marchê).
Di qonaxa yekemîn de, ji aliyekî ve Haraketa Azadiya Kurd gavên dilsozî avêtin; ji aliyê din ve jî, aktorê sereke Ocalan jî, bi straejiyek zanistî, rê li ber pêvejoyê vedikir. Erdogan jî, zimanê terorê terk nekir, di her firsetê de gelê Kurd, Haraketa Azadiya Kurd terorîze kir û siyaseta îdeolojiya fermî de dubare kir. Digot bazar nîne, bi dawî kirina terorê heye. Ji bo baweriyê bidê gelê Kurd yek gotin ne got, yek gav ne avêt.
Serşêwrmendê Erdogan, Yalçin Akdogan jî, bi gotinên agirtofanî êrîşî Haraketa Azadiya Kurd dikir-dike û di her firsetê de dixwwaze ku navbera Ocalan û Qendîlê xerab bike. Bû Beko Ewan... Ji xwe Beko Ewanên Kurd zêde zêde hene, dîse jî, Yalçin Akdogan, kîna xwe diverîşiya...
Jonathan Powell jî şêwirmendê serokwezîrê Îngîltêra Tony Blair bû û di hevdîtinên
Ingîltêra û IRA de, aktorê sereke bû. Bavê Jonathan Powell ji aliyê IRA ve hatibû birîndar kirin.
Dîse jî, bi awayekî çêker û zimanekî ademî rola xwe lîst. Lê Yalçin Akdogan wek ejderhayê sê serî, ji alî ve agir difûrîne.
Ocalan, 21ê Adara xêrê (Good 21 March ) îlan kir, Qendîlê jî, di 23ê Adara xêrê, (Good 23 March) îlan kir. Xelekên xêrê li pey hev hatin.
Lê ne Erdogan, ne jî şêwirmendê wî, yan jî zadeganên AKPê rojeke xêrê îlan nekirin. Jonathan Powell dibêje; „eger me ew dîrok destnîşan nekiriba ne, muzakere heta qiyametê wî berdewam bikin“. Tirkiyê û desthilatdariya AKPê, ev ratsî li ber çavan negirtin.
Tiştê balkêş, di hevdîtinên ÎRA de, pêşî Îngîlîstanê gav avêt, piştre ÎRA... Di evdîtinên Ocalan û dewleta Tirk de, pêşî Kurdan gav avêtin. Dewlet jî dixwaze li ser pêvajoyê rûne û bikar bîne.
Jonathan Powell dibêje, „di dema ku hêza we ya siyasî hebe, gav têne avêtin û pirsgirêk têne çareser kirin.“ Erdogan, her dem pesnê xwe dide û li Libya, li Filîstînê, li Misirê, li Suriye, dibê hawariyê demokrasî û mafên mirovan. Lê li welatê xwe bûye sultan û ji bo çareseriya demokratîk jî, wek muhasebeciyekî hejmaran tîne ziman. Dibêje, ji sedî 15, 20 gerila derketine derveyî sinor. Gelo, ev ne gavek e, serbest berdana eskerên dîl ne gavek e, agirbest ne gavek e?... Gelo te kîjan gav avêt? Te ji sedî çend prosend gav avêtin? Te raporê Mirovên Maqul jî ji raya giştî re eşkere nekirin, parlamento bikar neanî, Destura Bingehîn a darbeya faşîst a 12ê Êlûnêji mer’iyetê ranekir. Jonathan Powell dibêje: „Me tucaran derfet neda ku, eniyên dijwar, nijadperest lîstikan bikin.“ Li Tirkiyê, êrîşên faşîzan yên li dijî karkerên Kurd, xwendekarên Kurd berdewam dikin. Li Rojavayê Kurdistanê, dibin pêşengiya Erdogan de, çete êrîşî gelê Kurd dikin. Zindan bi siyetmedar, rojnamevan, zarok, parêzerên Kurd dagirtî ne. Em dikari mînakan zêde bikin. Sim sim simail e, dewleta Erdogan ne dilsoz e we selam.
Dewleta Erdogan û Dilsozî
Di 33. salvegera faşîzma 12ê Êlûnê de, pêvajoya çareseriya demokratîk, dinava davik û xefkên desthilatdariya AKPê û Erdogan de diheje.