SERKAN DEMÎREL / ANF/CENEVRE

Di civînên 34. ên mafên mirovan ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de, rapora raportorên taybet ên NY li ser eşkence û pêkanînên xerab hat eşkerekirin. Di raporê de bal hat kişandin ser eşkence û pêkanînê xerab ên li gelek welatan. Di beşeke girîng a raporê de, cih ji rapora raportorê NY Nîls Melzer re hat veqetandin, ku Melzer di navbera 26’ê Mijdarê-2’ê Kanûnê de serdana Tirkiyeyê kir û îdîayên eşkenceyê lêkolîn kir.

Êrîşî alîgirên aşîtiyê dikin 

Di raporê de hat destnîşankirin ku operasyonên ku hikûmetê piştî Tîrmeha 2015’an di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ da destpêkirin, veguheriye darbeyeke li dijî aktorên civaka sivîl ên aşîtîxwaz. Di raporê de hat gotin, “Pênaseya terorîzmê li Tirkiyeyê gelekî berfireh e. Lewma milîtan û parêzvanên mafên mirovan, tevî ku ti sûc nekirine jî di nava vê pênaseyê de cih digirin. Di bin navê operasyonên dijî terorê de, gelek alîgirên aşîtiyê yên dixwazin meseleya Kurd bi rengekî aşîtiyane bê çareserkirin, dibin hedef.”

Di dewama raporê de hat bibîrxistin ku Şebnem Korûr Fîncanci, rojnamevan Erol Onderoglû û Ahmet Nesîn, ji ber ku bûn berpirsyarên weşana giştî ya alîkar ji rojnameya rojnameya Ozgur Gundemê re, bi îdîaya ‘propaganda terorê’ hatin girtin. Raporê bibîr xist ku gelek rojnamevan di bin zextê de ne yan jî hatine girtin.

Azadiya ramanên tê astengkirin

Di raporê de hat ragihandin ku operasyonên di bin navê ‘dijî terorê’ de tên kirin, pêşî li maf û azadiya civaka Kurd digirin û hat gotin, “Qanûnên têkoşîna li dijî terorê û ewlekariya neteweyî, weke hincetên astengkirina azadiya ramanê tên bikaranîn. Ev yek li berpirsyariyên Tirkiyeyê yên li nava hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî nayê.”

Eşkence û destdirêjî li girtiyan tê kirin

Di dewama raporê de bal hat kişandin ser fikarên li ser tedbîrên piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê û ragihandina Rewşa Awarte û hat gotin, “Piştî hewldana darbeyê ya neserketî, parêzvanên mafên mirovan jî di nav de zêdeyî 20 hezar kes hatin binçavkirin. Gelek mirovên hatin binçavkirin û girtin, eşkence li wan hat kirin û bûn hedefa pêkanînên xerab. Lewma, em fikarên têkildarî îdîayên cidî yên li ser îşkenceyê, ku Komîteya Îşkenceyê ya NY di Gulana 2016’an de bal kişand ser, parve dikin. Li ser îşkence, pêkanînên xerab û destdirêjiya li girtiyan, eglek rapor gihîştin ber destê me. Wekî din, gelek rapor ji me re hatin ku nîşan didin, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û akademîsyen bi sûcdariya ‘têkoşîna li dijî terorê’ bi rengekî kêfî hatine girtin, ya jî hatine darizandin.”

Rayedarên Tirk derewan dikin

Di dawiya raporê de bang li hikûmeta Tirk hat kirin, ku rexneyên li ser binpêkirina mafên mirovan bibîne.

Piştî pêşkêşkirina rapora salane ya li ser îşkenceyê, Raportorê Îşkenceyê yê NY Nîls Melzer li civînê mafê axaftinê girt, serdana xwe ya li Tirkiyeyê bibîr xist û got, “Di dema serdama min de rayedarên Tirk gotin, ku ew li dijî îşkenceyê polîtîkaya sifir toleransê dimeşînin. Lê belê di navbera polîtîka fermî û rastiyê de cudahiyeke mezin hebû.”