Li navçeyê 17’ê Mijdarê, li kana sifir erd heziya û gelek karker di bin ax û keviran de man. Gerîna li cenazeyên karkeran li cihê felaketa bi destê şirketan û dewleta wan a Tirk dewam dike. Di xebatên lêgerînê de doh hevalên karkerê bi navê Sedat Bulut cenazeyê wî dîtin.

Heta niha di 3 rojan de cenazeyên 6 karkeran hatin derxistin, ji bo ku cenazeyên 10 karkerên din bên dîtin, xebat didomin. Sekna welatî û xizmên karkeran a li dora kanê jî pê re didome.


Demîrtaş ji bo karkeran peyam şand

Têkildarî mijarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe peyam şand û got: “Ji bo karkerên di felaketa Şîrwanê ya li Sêrtê de jiyana xwe ji dest dayî, ez dibêjim rehma xwedê li wan be û serê nasên wan û gelê me sax be. Ez hêvîdar im, karkerên ku hîna negihaştine wan, bi sax û silamet werin derxistin”.

Li aliyê din dewleta ku ji bo kavilkirina navçe û bajarên Kurdistanê bi sedan mekîneyên kar seferberkirin, ji bo rizgarkirin û lêgerîna karkeran bi tenê eskavatorek şand cihê bûyerê. Girî û şîna ji rû û dêmên dayikên karkeran ên li dora kanê radiwestin ne ji ber ji destdana zarokên wan bi tenê ye, lê ji ber bi tenê hiştin û xwedîderneketinê ye jî.  

 SÊRT