57. rojin çalakiya grêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger berdewam dike. Piştî hewqas rojan hêdî hêdî çapemeniya Ewropa derbarê çalakiyê nûçeyan diweşîne.
Piştî 55. rojan cara yekemîn Serokê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) daxuyanî da.
Hikûmeta Tirkiyeyê û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hêjî çalakiya birçîbûnê fêm nekirine. Ku fêm bikirina wê demê gotinên şaş bikar ne dianîn. Begûman divê divê merov mabesta wî fêhm bike. Ji ber ku Erdogan fêr nebûye, ku çend seatan bê xwarin bimîne...
Lê belê pêwiste herkes bizanîbe, ku berxwedana çalakvanan heta dawiyê wê berdewam bike. Di 55. roja çalakiyê ya bi beşdariya 700 girtiyên azadiyê de, 10 hezar girtî beşdarî çalakiya birçîbûnê bûn. 10 hezar 700 kes li zindanê bi yek daxwazê vê çalakiya xwe berdwam bikin.
Li derveyî zindanê ji bo piştgiriya çalakiyê bi mîliyonan însan ji bo heman daxwazan ketine tevgerê.
Dema merov wan çalakvanan ji nêz ve nas dike, bihevre xebat kiribe dibîne, ku hêdî hêdî ji me dûr dikevin û ber bi mirinê ve diçin.
Dîwarên sar ên zîndanê di navbera me de ne û ez nikarim tiştekî bikim.
Dilê min digirî...
Dîrok bûye şahid ku çiqasî bihêz xwuya bikin jî tu rêveberên zalim li hember têkoşîna mirovên dilsozên azadiyê nikariye biker bikeve. Lewra şik û guman tuneye ku çalakiya mirovên ji bo azadiyê bedena xwe danîne ber mirinê wê biser bikeve. Ji xwe heger rih û viyana di nava gelê kurd de bi vê çalakiyê ava bûye li ber çavan were girtin em dikarin bi rehetî bêjin ku çalakî ji niha de gihiştiye armanca xwe.
Çalakiya we tirseke mezin daye dewleta tirk, ku êdî bi şev jî çalakiya birçîbûnê tê xewna wan. Ez wê serkeftinê jî li we pîroz dikim.
Newroz qedexe ye. Yekê Gulanê qedexe ye. Meş qedexe ye. Mîting qedexe ye. Protesto qedexe ye. Daxûyaniyên çapemeniyê qedexe ne. Jiyan li ser axê qedexe ye. Endametiya partiya BDP'ê qedexe ye. Rojnamevantî û Parêzerî jî qedexe ye...
Êrîşa li ser parlementer û şaredaran serbest e. Siyasetmedar bêne binçavkirin serbest e. Zarokên kurdan bêne kuştin serbest e. Her roj gaz avêtin ser mirovên sivîl serbest e. Heqaret li kurdan bêne kirin serbest e...
Lê bi wê berxwedana gelê kurd, wê hemû qedexe bên rakirin. Pêwiste ku herkes bizanibe ku lêçûnên gazê û operasiyonan di nav cend mehan de têne bikaranîn, dikare lêçûnên hemû guhartinên demokratîk yên Tirkiyê bi cîh bîne.
Dikarim bibêjim, pêwiste ku AKP navê partiya xwe carekê din baş binirxîne. Pêşniyara min ewe ku AKP navê partiya xwe biguherîne û bike partiya gazê, ji ber ku ji gazê gelekî hez dike û her roj bikar tîne.
Carekê dinê ez dixwazim bibêjim ku tiştek ji yek çalakvanek bibe, AKP û hikûmeta AKP'ê, Serokwezîr, CPT û Konseya Ewrûpayê berpirsin. Ji ber ku li pêşiya çavê cîhanê çalakî berdewam dike û herkes jêre bêdenge, em dibêjin Êdî bese bêdengî.
BIBÎNE; DENG DERXE; BIBHÎZE QÊRÎNA ÇALAKVANÊN GRÊVA BIRÇÎBÛNÊ .
Dewleta qedexeyan