Li gundê Qurê Serpirê ku li qada paraztî ya dîrokî ye û li beramberê aliyê din ê Heskîfê ye, di kontrola cendermeyan de hîmê avahêsaziyan hat danîn, û cîhê 11 dikanan  temam bûye, hatiye asta îhaleyê. Endamên Meclîsa Şaredariyê yên AKP’yî dixwazin vî gundî bi ser navçeyê bikin, lê belê ji ber ku gundî li dijî vê radibin, nikarin vê bikin.

Li Heskifa kevnar  ev 65 sal in dewlet destûrê nade ku xelkê deverê malên xwe tamîr bikin, avahiyan ava bikin û heta nikarin şitlan li baxçeyên xwe deyne. Li gundê (Qurê Serpira beramberê Heskifê li kêleka çemê Dîcle, avahîsaziya 11 dikanan temam bû amade ne ji îhaleyê re. Gundiyan berê ev helwêsta qeymeqamê Heskîflê Temel Ayça za avakirina dikanan protesto kiribû. Ayça jî tevî cendermeyan gef li gundiyan xwaribûn û gotibû, ew ê dikanan temam bike û bide îhaleyê jî.

Gefan li malbatan dixwin

Tevî ku girêdayî Heskîfê nîne û li peravên çemê Dicle ye jî ji aliyê qeymeqêm ve çêkirina avahiyan gundiyan serî hil da. Li ser vê yekê jî niha gef li gundiyan tê xwarin ku bêdeng bimînin yan na ew ê eşkere bikin ku xaniyên wan bê destûr û ruxset in.   Keyayê gundê Qurê Serpir li ser bûyeran weha peyivî: “ji sala 2007’an û vir ve li gund nahêlin ku gundî bizmarekî jî li erd û xaniyên xwe bikutin, lê ew li qadeke dirokî a bi hezar salan cîhê dikandaran çêdikin, lê nahêlin em li ber vê jî rabin. Lê ew rexmî  îtîrazên me çêdikin. … Wekî din hin malbatan li nav erdên xwe ode çêkirine, mohlet dane wan da ku wan xera bikin. Lê li aliyê din li herêma paraztî ya dîrokî ango li herêma sît cihê dikanan çêdikin”.

Gundê Heskîfê ye, ser bi Batmanê ye

Kenan Dezen jî bal kişand ser politikayên AKP’ê yên nasnekirin û lidervehiştinê û got, qeymeqamtî li herema sît çêdike avahiyan saz dike û rayedar jî ji vê re bêdeng dimînin. Dezen got, mafê qeymeqamiyê nîne vê yekê bike û wiha gundê Qurê Serpir ê di navbera Heskifa nû ya tê avakirin û Heskîfa kevin de, ji ber ku gundiyan di hilbijartinan dengên xwe bi giştî dan BDP´yê daxwaziya wan a girêdayîbûna Heskîfê hatiye redkirin ji aliyê rayedarên dewletê û endamên meclîsa şaredariyê ya AKP’ê ve. Deyen weha peyivî ´tevî ku gundê me bi Heskîfê re di yikhev de ye em girêdayî navenda Batmanê ne. Lê qeymekamê Heskîfê û şaredarî heta niha nahêlin em dengê xwe bi kar bînin; çi mafê wan heye ku li gundê me dikanan çêkin û bidin îhaleyê? Eger gundiyan ev dikan çêkira wê cezayê bi milyonan lîre pere li wan bihatana birrîn. Ji ber ku li herema sît em nikarin ti avahiyê saz bikin. Lê qeymeqam yan jî saziyên dewletê tiştekî wisa bikin, ev weke sûc û guneh nayê dîtin.´
Hat zanîn ku wê dibiwara vê mijarê de Hewldana Paraztina Heskîfê daxwaza lêpirsînê li dijî rayedaran bike. 

BATMAN