Li gel hemû hewldanên sekinandina dardekirina Saman Nesîm û herdu birayen bi navê Elî û Hebîbullah Efşarî Îran dîsa jî polîtîkaya xwe ya dij-mirovî bire serî û têkoşerên Kurd heftêya bihurî bi dar de kirin. 

Li paytexta Elmanya Berlînê bi mebesta rûreşkirina van kirinên dij-mirovî yên dewleta Îranê çalakiyên cûr bi cûr tên lidarxistin. Çalakî dawiya hefteyê li ber sefareta Îranê ya li Podbiesky Alle hat lidarxistin, û ji her çar parçeyên Kurdistanê mirov û dostên wan ên Elman û Fars jî beşdarî çalakiyê bûn. Koordînasyona Kurdên Berlînê ya ji 32 rêxistin, sazî û partiyên Kurd pêkhatî çalakî li dar xist.

Di çalakiya rûreşkirinê de li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) nûnerê Elmanya Kazim Baba wiha axivî: „Em van îdaman şermezar dikin, dardekirin jî di nav de, Îran her cure zextan li Kurdan dike. Divê Îran Kurdan nas bike, mafên Kurdan bide û dev ji van kirinên xwe yên dijmirovî berde. Em daxwaz dikin ku dinya jî li hemberî van dardekirinan bêdeng nemîne.“ Baba wekî din bang li gelê Kurd kir da ku dengê xwe bilindtir bike.

Li ser navê DESTDAN Meclîsa Jinan Nûdem Arîn axivî û got, “em wek rêxistinên mafên mirovan û yên jinan li dijî dardekirinên li Îranê li vir in. Destê Îranê li bakurê Kurdistanê jî di nav karên kirêt de ye. Banga me ew e ku têkoşîneke hevbeş li dijî vê siyaseta Îranê û nexasim jî li dijî îdaman bisekinin.“ Arîn bi b§îr xist ku êdî dardekirina Zeyneb Celaliyan wê bikeve rojevê û hem Kurd hem jî jin bi dengekî bilindtir li dijî vê kirinê dengê xwe bikin. Arîn herî dawî ji dewletên navneteweyî xwest ku helwêsta xwe zelal bikin. 

Ji Federasyona Karkerên Koçber a Ewrûpayê AGIF´ê Bakî Selçûk jî fikrên xwe li ser vê babetê weha îfade kirin: “Em siyaseta Îranê ya dardekrinan bi tundi şermezar dikin. Em Îranê ji nêz ve dişopînin, karker, kedkar, xwendekar û jin, bi giştî gelê Kurd di bin zextên dijwar de ne. Ji bo ku Kurdistanê wek mêtingeha xwe bihêle, dixwaze bi dardekirinan encamê bigire. Gelê Kurd wê li gel van jî têkoşîna xwe dewam bike û bi ser bixe.“

Ji Rêxistina Mafê Mirovan Zeyneb Bayezîdî jî nerazîbûna xwe ji siyaseta dardekirinê ya Îranê weha îfade kir: “Miletên di nav sinorên îranê de bi salan e ku di nav komara sêdare de dijîn. Ne bi tenê Kurd bi heman rengî Azerî, Fars û Beluçîdi heman rewşê de ne. Ev doza mafê nasname û azadiya mafên bingehîn e, lê bi cezayê dardekirinê re rû bi rû dimîne. Ev terora ku bi navê DAIŞ tê kirin jî ji heman zêhniyet û çavkaniyê peyda dibe, li aliyekî serjêkirin e û li aliyê din jî sêdar e, hîç ferq nîne.“

Endamê Tevgera Goran Mekî Amêdî jî weha peyivî: “Em wek Tevgera Goran vê dardekirina ciwanên Kurd li Îranê şermezar dikin û em ê heta dawiyê li dijî vê bisekinin. Helwêsta hikûmeta Başûrê Kurdistanê nayê wateya helwêsta hemû aliyan, em dixwazin hikûmet demildest li dijî van kiryarên dewleta Îranê sekna xwe zelal bike.“

Herçî nivîskar Emîn Yûnis e, dardekirina siyasetvanên Kurd bi tundî şermezar dike û dibêje: „ev nîzama Îranê ku bi navê Îslamê dimeşe di rastiyê de faşîzm e.“ Yûnis jî bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir da ku ji bo berjewendiyên neteweyî tevbigere.

Nûnerê NAVDEM´ê Alî Sûsem jî nihêrîna xwe li mijarê weha derbirî: “Em vê siyaseta dijmirovî qebûl nakin, ev komara barbar ya îslamî ye, divê em vêna bi berfirehî aşkere bikin. Banga me li tevahiya Kurdan e ku bi yekîtiyeke xurt li dijî van dijminên zalim rabin.“  


YEKO ARDIL/BERLÎN