DENÎZ DEMÎR / ANF / BEHDÎNAN
Artêşa Tirk careke din êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê kir, gundê Şêraniş ê Zaxoyê bomberbaran kir.
Artêşa Tirk 22’ê Adarê danê sibê, gundê Şêraniş ê ser bi navçeya Zaxoya ya Dihokê ya Başûrê Kurdistanê bi balafirên şer bombebaran kiribû. Di encama van êrişan de malek hilweşiyabû û ziyana gund çêbûbû. Hê di ser êrişê de çend roj derbas nebûyîn dîsa artêşa Tirk şeva 29’ê Adarê bi hewan û obusan gund topebaran kir. Li gundê ku bê serûber hat topebarankirin, maleke gundiyan hate rûxandin û vê ziyan da malên derdorê. Hate ragihandin ku sê top li nava gund ketine û ziyaneke zêde li gundiyan kiriye.
Beriya niha artêşa Tirk gund û navçeyên Başûrê Kurdistanê Şêladizê, Pirbila yên girêdayî Zaxoyê û gundên Qendîlê bombebaran kiribû. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê li şûna ku dewleta Tirk hişyar bike û êrişên wê bide sekinandin, gelê li dijî êrişan nerazîbûn nîşan dayî kiribû armanc. Lê belê nerazîbûna gel a li hemberî êrişan her ku diçe, zêde dibe.