Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê bal kişande ser giraniya şer û derewên şerê psîkolîk ên dewleta Tirk.

Di daxuyaniyê de derbarê asta şer a di navbera hêzên gerîla û dewleta Tirk de tê gotin: "Bi sala 2017’an re şerê li Kurdistanê geştir bûye û hikûmeta AKP’ê diyar kiriye ku bi biharî re êdî kesek wê navê PKK’ê jî nehêle. Va ye mehên dawî yên salê ne û îsal li hemû qadên Kurdistanê, li her devera ku gerîla lê ne, di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me yên gerîla de şerekî giran heye. Artêşa Tirk gelek caran li dijî gerîla operasyonên îmhayê kirine lê di her hewldana operasyonê de hêza me ya gerîla bi çalakiyên xwe yên bi giyanê êrîşbirinê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistine. Di serî de li Zagros, Serhed, Botan û Amedê, li deverên din ên Kurdistanê di şer de hêzên gerîla derbên giran li artêşa Tirk xistin. Yek ji mînaka herî berbiçav a çalakiyên ku gerîla pêk anîne jî çalakiya bi ser qereqola Çemanê ya Şemzînanê ya Colemêrgê de bû ku di vê çalakiyê de bi kêmanî 21 leşkerên dijmin hatibûn kuştin. Tê zanîn ku di vê çalakiyê de ji sê baskan ve derbên giran li qereqolê hatine xistin. Bi vê çalakiyê re dewleta Tirk a faşîst behitiye.


‘Li dijî gerîla nikarin şer bikin’

NPG´ê îşaret pê kir ku Artêşa Tirk li dijî gerîla li bejahiyê nikare şer bike û derbên giran dixwe û wiha dewam kir: "Piştî her êrîşa hewayî, rayedarên AKP’ê dibêjin, bi 10´an gerîlayan jiyana xwe ji dest daye. Divê wiha were zanîn ku hemû gotinên AKP’yiyan propaganda ne û xwe dispêrên derewan. Hêzên ku qels bûne û nikarin şer bikin wiha dixwazin şikestina xwe binixumînin."


Ciwan tevlî nav refên gerîla dibin

NPG´ê wekî din da zanîn ku hikûmeta AKP’ê di her fersendê de bi propagandaya şerê taybet êrîşî tevgera azadiyê ya Kurd dike û wiha dewam kir: "Wezîrê Navxweyî yê Tirk bi daxuyaniyan dibêje tevlîbûna nav refên gerîla hatiye ber nemanê û wiha li dijî tevgera me şerê taybet ê psîkolojîk bi rê ve dibin. Ti têkiliya rastiyê bi reqama wezîr re nîne. Ciwanên Kurd ku faşîzma dewleta Tirk li hemû qadên jiyanê hîs dikin û derdorên ku ji demokrasiyê bawer dikin, her roj tevlî nav refên gerîla dibin. Soylu gotiye di nav mehekê de 5 gerîla tevlî nav gerîla bûne, lê dema ku em li bîlançoya meha Cotmehê dinihêrin 108 ciwan tevlî nav refên gerîla bûne. Ev reqem jî diyar dikin ku dewleta Tirk çendî xwedî xisleteke derewîn û qelp e." 


NAVENDA NÛÇEYAN