Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad, rapora çapemeniyê ya 2016’an bi raya giştî re parve kir. Înîsiyatifê di raporê de diyar kir ku sala 2016’an de 352 rojnameger hatin binçavkirin û sal li 146 rojnamegeran di girtîgehan de qulibî.
Di raporê de hat diyarkirin ku sala 2016’an di milê çapemeniyê de li gorî salên borî binpêkirina mafan derket asta herî jor. Înîsiyatifê di raporê de anî ziman ku di 2016’an de 352 rojnameger hatin binçavkirin û 109 rojnameger hatin girtin û niha 146 rojnameger girtî ne. Înîsîyatîf di raporê de destnîşan kir ku çapemiya ku xwe pişta hikûmetê girt, hat parastin û çapemeniya muxalif a xwest bibe dengê civakê jî bû hedefa êrîşên hikûmetê. Li gorî raporê di salekê de 318 weşanên çapemeniyê hatin girtin û astengkirin. Ji van 88 rojname, 17 kovar, 30 weşanxane, 5 ajansên nûçeyan, 120 Radyo-tv, 58 malperên nûçeyan ên internetê hatin girtin. Tenê di serdema Rewşa Awarte (OHAL) de 28 tv, 32 radyo, 51 rojname, 17 kovar, 30 weşanxane, 5 ajansên nûçeyan hatin girtin.
‘Çapemeniya azad nîşana serketinê ye’
Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan rapora 2016’an nirxand û got, Tirkiye di milê azadiya çapemeniyê de gavên paş ve diavêje. Boltan got, di 2016’an de êrîşên li dijî çapemeniya azad zêde bûne û wiha axivî: “Li gorî êrîş û zordestiyan çapemeniya azad peyvira dayî li ser milê xwe bi cîh anî. Ji ber ku xwestin rastiyên li heremê tarî bikin. Li gel hemû astengiyan rastî gihiştin raya giştî. Ev nîşana serketinê ye. Bila bizanin ku çapemeniya azad bi mohrkirinê nayê bêdengkirin.”
Boltan diyar kir ku xebatkarên çapemeniya azad bi mîrasa Apê Musa û Gurbetellî Ersoz xwe gihandiye van rojan û got: “Mîrasa çapemeniya azad dê ji vê rojê şûn ve jî azad be. Sala 2017’an dê bibe azadiya rojnamegerên azad yên di girtîgehan de.”
AMED