Îro nûçeyeke balkêş ji Tirkiyeyê hat. Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan a Medê (MED TUHAD-FED) li ser rewşa girtîgehan hin agahî belav kirin. Di nava van agahiyan de yeke wisa hebû ku bivênevê mirovên weke me bi zilma dewleta Tirk dizanin, pirsan bikin. Di vê nûçeyê de MED TUHAD-FED’ê dide zanîn ku bijîşkê ku çûye qawîşên li Hepsa Tîpa T ya Tarsûsê bi vîrusa Covid-19 (vîrusa korona ya nû) ketiye. Herçî bijîşkê li revîra Hepsa Şakranê ye, ew jî bi heman vîrusê ketiye. Ev jî dike ku mirov beriya her tiştî vê pirsê bike: Gelo dewleta Tirk dixwaze bi zanîn girtiyên siyasî bi nexweşiyê bixe? Helbet ev ê sûcekî li dijî mirovahiyê be. Ji ber wê jî MED TUHAD-FED bang li rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê yên neteweyî û navneteweyî dike da ku guh bidin dengê wan û li dijî vê kirina dewleta Tirk hestiyar bin. Tevdîr nînin êriş in MED TUHAD-FED behsa wan tevdîrên hikûmeta dewleta Tirk qaşo li dijî krîza koronayê li hepsan digire û dibêje, ev tevdîrên hanê ji bo jiyana girtiyan tehlûkeyên mezin in: "Ev pêkanînên wezaretê ne tevdîr in, berevajî, ji bo girtiyan gef e. Berê jî me diyar kiribû, gardiyanên diçin derve û tên girtîgehê dikarin şewbê bi xwe re bibin hundirê hepsê. Rêxistinên tenduristiyê û odeyên pîşeyî jî balê dikişînin ser vê tehlûkeyê. Ev tehlûke ji bo girtiyên nexweş û 65 salî rîskeke mezin e." Lê gava mirov kirina li Hepsa Tarsûsê û ya li Şakranê jî dibîne, mirov dibêje, ev tevdîrên hanê bêhtir êrişên li dijî girtiyan in. AMED