Yek ji fermandarên YPG’ê Brûsk Hesekê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk di êrîşên Efrîn-Eyn Deqnê de derbeke mezin xwar û planên wan ên li gel komên çeteyan hatin pûçkirin.

Hesekê anî zimên ku dewleta Tirk û komên çeteyan ên ku li ser herêma Efrîn/Şehbayê her roj hin hesab dikirin, têk çûn û got, “Li Eyn Deqnê û Beloniyê çeteyan derbên giran xwarin.  Her roj bi çekên giran sivîl qetil dikirin; bi hawan û obusan êrîş dikirin. Dewleta Tirk Kurdan dike hedef û li Ezaz, Îdlîb, Cerablûs û Bakurê Sûriyeyê gelan bera hev dide û li gel komên çete planan dike. Hêzên me êrîşên Eyn Deqnê dîtin û bersiv dan van êrîşan. 30 çete hatin kuştin û cenazeyê bi dehan çeteyan kete destê hêzên me. Çeteyek jî dîl hate girtin. Dewleta Tirk dixwaze pêngava li Reqayê sabote bike û xeta Eyn Deqna û Minixê qut bike, Efrînê ji Şehbayê veqetîne û li Şehbayê gundên hatine rizgarkirin ji nû ve dagir bike. Hêzên YPG’ê bi helwêsteke fedaî, bersiv dan êrîşên komên çeteyan. Êrîşên Eyn Deqnê jî ji aliyê fermandarên Tirk ve li Ezazê hatin koordînekirin.”


Gel li gel me ye û em ê li ber xwe bidin

Hesekê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze li Sûriyeyê pergaleke dîktator ava bike û got: “Dewleta Tirk li Îdlîb, Ezaz û Babê komên çeteyan ava dike û dixwaze gelê Sûriyeyê li gorî berjewendiyên xwe bi rê ve bibe. Artêşa Tirk li Ezazê bi pereyan êrîşan bi çeteyan dide kirin. Wesayîtên zirxî yên ku hêzên me yên YPG’ê ew rûxandin ên dewleta Tirk in. Çekên komên çeteyan jî yê dewleta Tirk in. Em her dem bang dikin, gelên li Bakurê Sûriyeyê divê nebin pêlîstoka dewleta Tirk. Gelê li Efrîn, Şehba û Ezazê xwediyê vê axê ne. Em destûrê nadin van lîstokên dagirkeriyê. Em wek YPG, em ê li hemberî hemû êrîşan li ber xwe bidin. Gelê me jî diyar kir ku ew bi YPG’ê re ye û ew ê li ber xwe bide.”


YPG bi nirxên mirovî radibe

Hesekê bi bîr xist ku di nav êrîşkaran de leşkerên Tirk bixwe jî hebûn û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk di vê plana êrîşê de derbeke mezin xwar. Di nava komên êrîşkar de leşkerên Tirk jî hebûn. Di vî şerî de termên 9 çeteyan di destê me de man. Em bi erka xwe ya însanî rabûn û me ev cenaze radestî Heyva Sor kirin. Ev êrîşa berfireh a li dijî hêzên me, ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve hate kirin. Aliyê ku kuştiyê wan çêbû, ew bûn. Em jî parastina gelê xwe û herêmê dikin. Weke wezîfeyeke însanî û wijdanî me bangek kir. Em ê cenazeyên çeteyan radestî malbatên wan bikin. Der barê radestkirina cenazeyên çeteyan de ne Rûsyayê ne jî hezeke din tiştek gotiye. YPG’ê ji ber samîmiyet û dilsoziya xwe ya bi nirxên însanî re, biryareke wiha da. Gelên li Ezaz, Şehba û Efrînê hezar sal in cîranê hev in.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN