Dewleta Tirk a dagirker derbên giran ji berxwedêrên rûmetê dixwe, lê belê kuştî û birîndarên xwe vedişêre.
Xebatkarên ku li nexweşxaneyên li bajarên Tirkiyê dixebitin jî hatin hişyarkirin da ku der barê kuştî û birîndarên artîşa Tirk û çeteyên wê de agahiyan nedin.
Piştî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, liv û tevgera ambûlansan, ji navend û navçeyên Rihayê hîç nasekine. Yek ji navendên herî zêde cenaze û birîndar tênê jî Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê ye. Her tim gelek ambûlans li baxçeyê nexweşxanê tên rawestandin. Li ber nexweşxaneyê nuqteya polîsan hatiye avakirin û ev polîs destûrê nadin ku wesayîtên sivîlan bikevin baxçeyê nexweşxanê. Hat zanîn ku li nexweşxanê gelek birîndar hene û hin birîndar jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Bêlqis a Dîlokê hatine kirin. Hat diyar kirin ku gelek ambûlansên nû sewqî navçeyê hatine kirin, ambûlans li baxçeyê paş ê nexweşxanê tên girtin û beşeke mezin a nexweşxaneyê li sivîlan hatiye girtin.
Hat zanîn ku xebatkarên tenduristiyê ji bo ku agahiyan nedin û parve nekin, hatine hişyarkirin.
RIHA