Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî da.
Navendê diyar kir ku operasyona artêşa Tirk li Amedê destpêkirî bê encam vekişiyaye.
HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla yên li Şemzînanê û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk jî agahî dan. Hate diyarkirin ku di çalakiya Şemzînanê ya YJA-Starê de 4 eskerên Tirk hatine kuştin.
HPG da zanîn ku operasyona artêşa Tirk a dagirker a 20’ê Îlonê li Hezro, Qulp, Farqîn û Licê yên ser bi Amedê bi tevlêbûna 10 hezar esker, cerdevan û kontrayan bi rê ve çûye. Li gorî vê agahiyê operasyona dagirkirina herênê li qada Şehîd Kawa 23’yê Îlonê bê encam vekişiyaye.
Li ser çalakiyên gerîlayan jî HPG´ê da zanîn ku 22’yê Îlonê gerîlyan li Licê nêzî gundê Zirê bi ser yekîneyeke operasyonê de çalakiyeke sabotajê kiriye û 2 eskerên Tirk kuştine. HPG´ê da zanîn ku heman rojê berêvarê li hemanê qadê yekîneyên operasyonê li Dahla Zirê ya ser bi Licê li hev reşandine lê çend ji hev kuştine ne diyar e. HPG´ê da zanîn ku hêzên operasyonê zilm li gundiyan kirine, lê 25´ê mehê jî bi temamî ji deverê vekişiyane.
YJA Starê esker dan ber deran
HPG´ê diyar kir ku di qonaxa duyemîn a Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de gerîlayan li Colemêrg, Şemzînanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine.
Li gorî vê 26’ê Îlonê saet 07.10’an gerîlayên YJA Starê li girê Şikêra Spî gelek çalakiyên sabotajê bi ser yekîneyên dagirker de anîne. Di yekîneya dijmin de ku bûne hedef herî kêm 4 esker hatine kuştin.
ANF / BEHDÎNAN