Fermandarê HPG’ê Mahîr Denîz got, heger malbatên eskerên êsîr ên di destê hêzên wan de dixwazin zarokên xwe bi silametî bibînin, bila hesab ji rejîma AKP-MHP’ê bipirsin. Mahîr Denîz got, dewleta Tirk tenê hew dide van eskeran bikuje.
Fermandar Mahîr Denîz bi bîr xist ku polîs, leşker û endamên MÎT’ê 5 sal in êsîrên wan in û wan ji ber meraqa malbatan beriya niha dîmen û axaftinên wan weşandine, her sal bi wesîleya cejnê kirine ku nameyê ji malbatên xwe re bişînin. Fermandar Denîz got, “Lê belê tevî vê yekê jî dewlet û raya giştî ya Tirk welê dikin mîna ku ev polîs, leşker û endamên MÎT’ê nînin. Kesek li wan napirse.”
Fermandar Mahîr Denîz diyar kir ku dewleta Tirk wekî din bi êrişên hewayî dixwaze van êsîran bikuje jî. Mahîr Denîz ji bo vê dibêje, “Ewê van êsîrên li gel me bi êrişên hewayî bikuje û ji raya giştî re bibêje ‘PKK polîs û leşkerên me înfaz kirine’. Polîs û leşkerên wan bi xwe jî bin, ji bo rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst qîmeta jiyana mirovan nîne.”
Fermandarê HPG’ê piştre jî got, “Em bi rengekî eşkere dibêjin: heger tiştek bi serê êsîran bê, berpirsyar rejîma Erdogan, AKP-MHP’ê ye. Ew malbat divê beriya her tiştî ji AKP-MHP’ê, ji Erdogan re bibêjin, ‘hûn çima dixwazin zarokên me bikujin, hûn çima dixwazin wan bikujin’. Ji ber ku ev rejîm hewl dide wan bikuje.”
BEHDÎNAN