Balafira bêmirov a Tirk navenda bajaroka Xanesor ya ser bi Şengalê bombebaran kir. Li gorî agahiyên peyamnêrên Rojnewsê ji herêmê dayî balafira ku êriş kiriye, balafira bêmirov bûye û raste rast navenda bajêr hedef girtiye. Derbarê encamên êrişê de agahiyên piştrastkirî hîna bi dest neketine, lê behsa şehîdbûna gelek welatiyên sivîl tê kirin.

Hêjayî bibîrxistinêye ku balafira bêmirov a Tirk 4’ê Mijdarê jî êrîşî Xanesorê kiribû û di encama êrişê de 3 şervanên YBŞ’ê birîndar bûbûn.

Tevî ku rayedarên artêşa Iraqê li cihê bûyerê lêkolîn kirin jî têkildarî êrişa Tirkiyeyê ti helwêst nîşan nedabûn.

Êriş hat rûreşkirin

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzîdiyan, Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî, Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat, Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê, Hevgirtina Ciwanên Êzîdî, Navenda Çanda Êzîdxan û Koordînasyona Meclîsên Gundên Bakur êrişên li dijî Xanesorê şermezar kirin. Van sazî û rêxistinan bi daxuyaniya xwe ya hevpar de bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpa û DYE’yê jî bi hişkî şermezar kir. Wan ji Yekîtiya Ewrûpayê xwest biryara xwe ya 4´ê Tîrmeha 2018’an a ji bo xweseriya Êzîdî û Suryanên li deşta Nînowayê têxe meriyetê. Wan daxuyanî bi banga li civaka Êzîdî û mirovahiyê bi dawî kir: “Em bang li civaka Êzîdiyan û li tevahiya mirovahiyê dikin, bêdeng nemînin û dakevîn meydanan! Li hemberî van êrişên nemerd û hovane bêbersiv nemînin. Îro roj roja yekîtiya Êzdiyan e, lewma divê hemû Êzîdî xwedî li nirx, çand, ol û xaka xwe derkevin.”