Dewleta Tirk nehişt ku çavdêrên Elman û Swêdê biçin Tirkiyeyê. Dewleta Tirk bi hewldanîên taybet destûr neda ku çavdêrên Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewrûpayê (OSCE), parlamenterê Partiya Çep a Elman Andrej Hûnko û Jabar Amîn ê Swêdî biçin Tirkiyeyê.

Wezareta Karên Deve ya Elmanyayê hewl dide qedexeya li ser parlamenter Hûnko hatiye danîn, rake.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, “OSCE jî ji ber vê bûyerê bi Tirkiyeyê re dide û distîne.”

Wezaretê got; “Endamên OSCE’yê di mijara çavdêriya hilbijartinê de xwedî roleke girîng in û bi vî awayî dewleta hiqûq û demokrasiyê jî xurt dikin.”

Tirkiyeyê OSCE jî li derve hişt

Partiyên siyasî jî li ber vê biryara dewleta Tirk rabûn. Parlamentera Partiya Çep a Elman (Die Linke) Sevîm Dagdelen, ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê got; “Ev hilbijartin wê bi awayekî azad û dadwer neyên kirin. Serokkomarê Tirk, Recep Tayîp Erdogan, dixwaze dîsa bê hilbijartin û bi hêza xwe bi referandûma dayî pejirandin bide firehkirin.”

Parlementerê Partiya Çepgir û çavdêrê hilbijartinê yê OSCE’yê Andrej Hûnko jî ji saziya medyayê ya Elman Deutsche Welleyê (DW) re axivî û got; “Ez, ji bo biçim Tirkiyeyê li Viyanayê li balafirê siwar bûm. Lê belê destûr nedan û ez ji balafirê peya kirin. Ev ne hiqûqî ye. Bêguman di vê mijarê de navgîneke OSCE’ê ya danekirinê nîne. Ev jî her tim dibe pirsgirêk.”

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom, derbarê vê destûrnedanê de daxuyanî da û got, “Ne ya qebûlkirinê ye ku destûr ji çavdêrekî OSCE re neyê dayin.”

 

BERLÎN/STOCKHOLM