Cenazeyê şervana YPJ’ê Dîlan Bîngol a sala 2014’an di berxwedana Kobanê de şehîd bûyî jî di nav de, cenazeyên 267 gerîlayên HPG/YJA Starê û şervanên YPG/YPJ’ê ji gorê hatin derxistin û birin cihekî nediyar. Bavê pakrewan Dîlan Bîngol, Lezgîn Bîngol diyar kir ku cenaze bi fermana dozgeriyê hatine derxistin û ew birine cihekî nediyar. Goristana Xerzanê ya li Bedlîsê, bi êrişekê bi temamî ji holê hat rakirin. Di êrişê de gor hatin xirakirin û cenazeyê şervana YPJ’ê Dîlan Bîngol a sala 2014’an di berxwedana Kobanê de şehîd bûyî jî di nav de, 267 cenaze ji goran hatin derxistin.   Dozger 267 cenaze dizîn Bavê Dîlan Bîngol a cangorî, Lezgîn Bîngol bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî li ser mijarê daxuyaniyek da û got, “Ev goristan di nava raya giştî de bi navê ‘Şehîdgeha Xerzanê’ tê naskirin. Ji ber ku di rojên dawî de hat gotin, ev goristan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye xerakirin, roja 18’ê Kanûna 2017’an min nivîskî miracaetî Walîtiya Bedlîsê kir. Cenazeyê keça min Dîlan Bîngol jî li wê goristanê hatibû veşartin. Di daxwaznameya xwe de min got, dixwazim serdana gora keça xwe bikim, lewma min xwest hîn bibim bê li wê herêmê qedexeyek heye yan na. Rayedarên Walîtiyê diyar kirin ku ew herêm herêma jendermeyan e û xwestin ku daxwaznameyê pêşkêşî wan bikim. Min jî daxwazname da jendermeyan û hatim. 19’ê Kanûna 2017’an jî jendermeyan telefonî min kir û got, ‘267 cenazeyên li wê goristanê bi fermana dozgeriyê hatin derxistin û ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê re hatin şandin.”

  Cihê cenazeyan ne diyar e Lezgîn Bîngol anî ziman ku li ser vê yekê roja 20’ê Kanûnê ji bo serdana gora keça xwe ew çûye goristana li gundê Yûkari Olekê û got, “Dema ku çûm goristanê, gora keça min ne li şûna xwe bû. Gor hatibû xerakirin û hestiyên cenaze jî ji gorê hatibûn derxistin. Li wê derê gor nemane. Min bala xwe da gorên din jî, ew jî bi heman rengî bûn. Bi kurtasî cenazeyê keça min jî di navê de hemû cenaze ji wir birine. Roja 21’ê Kanûna 2017’an jî min miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê kir. Min hem cenazeyê keça xwe xwest, hem jî giliyê berpirsyaran kir. Ji ber ku cenazeyê keça min ji xwe bi destûrnameya neqil û veşartinê ya ji Saziya Tipa Edlî ya Rihayê wergirtî me teslîm girt û li wê goristanê veşart. Li ser karê veşartina cenaze de lêpirsîn der barê min û hevsera min de hate vekirin. Em li dadgehê hatin darizandin û me beraet kir. Tevî ku nasnameya keça min bi rengekî vekirî tê zanîn, birina cenaze ji bo tipa edlî ne tiştekî bê qebûlkirin e. Xuya ye dozeke demdirêj li pêşiya me ye, ku em mafdar in.”    ANF / BEDLÎS