Berpirsa Karên Derve ya Yekîtiya Nîştimanî Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm bombebaranên dewleta Tirk ên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê û hewldanên wê yên ji bo astengkirina Newroza Qendîlê şermezar kir. Şanaz Îbrahîm, bi bîr xist ku ev bi salan e ev balafir xelkê Kurd şehîd dikin.

Artêşa Tirk her roj xaka Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîlayên PKK’ê, bombebaran dike. Di encama bobmebaranê de heta niha bi dehan sivîl şehîd bûne. Bi taybetî dewleta Tirk rojane gundên Binarê Qendîlê bombebaran dike û dibe sedemê şehîdbûna xelkê sivîl.

Li Binarê Qendîlê, pêr Newroz hate pîrozkirin û bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Lê rojek beriya Newrozê ango di 20’ê Adarê de dewleta Tirk ji bo astengkirina ahenga Newrozê bi balafiran herêm bombebaran kir. Lê belê hewldanên astengkirina dewleta Tirk negihiştin armanca xwe. Bi hezaran welatiyî berê xwe da Binarê Qendîlê û Newroz li wir pîroz kir.

Xwedê xwendekar parastine

Li ser hewldanên dewleta Tirk yên ji bo astengkirina ahenga Newrozê Berpirsa Karên Derve ya YNK´ê Şanaz Îbrahîm daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Şanaz Îbrahîm di daxuyaniya xwe got, dewleta Tirk bi armanca tirsandin û astengkirina xelkê da ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê nebin, Binarê Qendîlê “Qeleya Berxwedanê Qendîlê” 3 caran bombebaran kir. Şanaz Îbrahîm destnîşan kir ku ji bilî Binarê Qendîlê, li Qeladizê jî dewleta Tirk bombe avêtin xwarê û wiha dewam kir: “Li Qeladizê jî bi balafiran bombe avêtin ber derê Fakûlteya Perwerdeya Qeladizê, lê neteqiya. Ne teqîna bombeyê erênî ye, ji ber ku wê komkujî û karesateke ku nedihat xwestin, pêk bihata. Ya cihê xemginiyê ew e ku firokeyên dewleta Tirk weke balafirên nenas têne pênasekirin. Bi salan e ku ev balafir xelkê Kurd şehîd dixin û li ser armancekê bi ser asîmanên Herêma Kurdistanê re difirin.”

 

SILÊMANÎ