
Rayedarên Girtîgeha Tîpa E ya Antalya îdîa kir ku Hamza Kaçmaz xwe kuştiye. Ji rapora otopsiyê jî diyar dibe “şopa darvekirinê” nehatiye dîtin. Mamê Kaçmaz Abdulbahrî Kaçmaz jî diyar kir ku “Yekîneyên Hilweşandinê” biraziyê wî bi lêdanê kuştine.
Rayedarên Girtîgeha Tîpa E a Antalyayê, 15’ê Tebaxê îdîa kir ku Hamza Kaçmaz ê 21 salî xwe bi dar ve kiriye û ew rakirine nexweşxaneyê. Kaçmaz, 20’ê Tebaxê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di rapora otopsiyê de jî hat diyarkirin ku şopa “darvekirinê” tine ye. Di pêşraporê de hat diyarkirin ku laşê wî werimiye û şopa xwînê li ser dev û bêvila wî heye û zêde zrar li bedena wî bûye. Lê şopa kêr û çekan li ser bedena wî nehatiye dîtin.
Rayedarên Tirk derewan dikin
Mamê Kaçmaz Abdulbahrî Kaçmaz got, 4 mehan bi şûn ve, biraziyê wî dê bihata berdan û wiha peyivî: “Li girtîgehê gardiyanan ‘Yekîneyê hilweşînê’ ava kirine. Vê yekîneya hilweşandinê li biraziyê min xist û ew kuşt. Piştî me agahî girt em çûn ber deriyê girtîgehê. Em bi telefonê bi rayedarê girtîgehê re axivîn. Gotin ‘Kaçmaz li qewîşê raza ye’ Me ji wan bawer nekir û em li nexweşxaneyê geriyan. Em fêr bûn ku Hamza li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Antalya hatiye razandin. Me Hamza li beşa Cerahî ya nexweşxaneyê dît. Gardiyanan zext li ser xebatkarên tenduristiyê kiriye û xwestiye weke ‘xwe darve kiriye’ rapor bikin. Ez bi gelek rayedarên nexweşxaneyê re axivîm. Diyar kirin ku rayedaran xwestiye wekî ‘Darvekirinê’ derbasî raporê bikin.”
Dozger jî yê dewletê ye
Kaçmaz, anî ziman ku di dema karê otopsiyê de gardiyanekî bi telefonê got “Midûrê min ez çi bêjim, çi bikim? û ji midûrê girtîgehê ferman digirt. Dozger jî xwest ser bûyerê bigire. Di raporê de diyar dike ku ‘şopa darvekirinê nehatiye dîtin‘. Lê dozger jî ji me re got biçin malên xwe, kurê we xwe kuştiye. Ez ê heta dawiyê li pey dozê xwe bim.”
Dayik Kiyafet jî anî ziman ku gardiyanan kurê wê kuştiye û wiha peyivî: “Ez dest ji vê dozê bernadim. Destê min wê her dem di qirika wan de be. Êşa min giran e.”
MÊRSÎN