BERHEM LETÎF / HEWLÊR/ROJNEWS

Tirkiye bi hatina çeteyên DAIŞ’ê re li bakurê rojhilatê bajarê Musilê baregeha leşkerî ya Başîqayê ava kir. Bi avakirina vê baregehê gelek komkujî li Başûrê Kurdistanê pêkaniye, şehîdxistina Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî li gundê Digurê yê Şengalê komkujiya herî dawî bû ku li vê baregehê pîlana wê hate danîn. Berpirsê Malbenda YNK’ê li Musilê Nesrulla Surçi jî diyar kir ku di bombebarankirina Şengalê de rola baregeha Başîqayê heye û got; “Karê vê baregehê şerkirina li dijî PKK’ê ye.”

Roja 15’ê Çile balafirên bê mirov ên bi çek yên dewleta Tirk gundê Digurê yê Şengalê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Zerdeşt Şengalî û sê şervanên din şehîd bûn.

Piştî êrişê hinek çavkaniyan dan diyarkirin ku pîlana vê êrişê li baregeha leşkerî ya Tirk a li Başîqayê hatiye danîn û hatiye pêkanîn. Pisporên leşkerî jî diyar dikin ji bo pêkanîna êrîşek bi vî rengî, divê cihê ku balafirên bê mirov jê dirabin nêzî cihê bûyerê bin.

Baregeha dewleta Tirk a Başîqayê bi qasî 12 kîlometran dikeve bakurê rojhilatê bajarê Musilê û 100 kîlometreyan dûrî Tirkiyê ye. Bajaroka Başîqa dikeve sêgoşeya Musil, Hewlêr û Dihokê. Baregeh li ser 250 donim zevî hatiye avakirin, di dema şerê DAIŞ’ê de 5 kîlometran dûrî çeperên hêzên pêşmerge bû.

Destpêkê dewleta Tirk 600 leşker û 25 wesayîtên zirxî li gel çekên giran û sivik li baregehê bicih kir. Lê piştre hêz û cebilxaneya xwe li baregehê zêdetir kir.

Li gorî zanyariyên ne fermî zêdetirê 2 hezar 500 leşkerên Tirk li baregeha Başîqayê hatine bicihkirin.

Bajoroka Başîqa li herêmek çiyayî ye û çiyayên Başîq, Meqlub û Mexar li vê deverê ne. Piraniya şêniyên bajarok Êzidî, Şebek û Kildan û Aşurî ne.

Ev baregeh ji roja hatiye avakirin û heta niha di pênc êrişên mezin ên li dijî Tevgera Azadiyê de rol girtiye.