Polîtîkayên artêşa Tirk a dagirker, MÎT û çeteyên girêdayî wan guhertina demografiya herêmên Kurdî yên li Şehbayê, didomin.

Çavkaniyan ji herêmên Şehbayê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re ragihandin ku artêşa Tirk û çeteyan malên Kurdan li gundê Til Betal, Numan, Qeer Kelbîn û gundên din, talan dikin. Her wiha artêşa dagirker li gundên navborî, bi ser malan de digire; û maşîne, telefon û motorskilêtên welatiyan, bi darê zorê desteser dike.

Careke din li her sê gundên navborî (Til Betal, Numan, Qeer Kelbîn) konvoyên leşkerî ku ji 100 erebeyên reş ên leşkerî pêk dihat û bi çeteyên rûgirtî, bi ser malan de girtin û alavên welatiyan desteser kirin. 

Rakirina ala Tirkiyê û çeteyan li ser malên welatiyan

Li  gundê Til Betal, Numan û Qeer Kilbîn, artêşa Tirk û çeteyên wê şênî neçar kirin ku ala Tirkiyê û çeteyan li ser malên xwe rakin. Dema mirov li wan gundan temaşe dike, wekî wîlayeteke Tirkiyê tê ber çavê mirovî.

Heqaret û êrîşa li Kurdan 

Di operasyona ku li dijî Kurdên li herêmên Şehbayê beriya sê rojan hatibû destpêkirin de, çeteyan û artêşa dagirker li Kurdan ku jin jî di nav de hebûn Ii ber çavên her kesî li wan xist û her wiha heqaret li wan dikir.

Her wiha çavkaniyan, dane zanîn ku MÎT`ê dewleta Tirk li bajaroka Exterîn ji malbatên Kurdan re gotine “Karê we li vir tine ye, pêwîst e hûn ji vir biçin, cihê we ne li vir e.”

Li gundê Berûn ‘Aq Berhan’ hinek welatiyên Ereb derbarê zêdegaviyên artêşa Tirk a dagirker yên li dijî gelê Kurd nerazîbûn nîşan dan û ji artêşa Tirk re gotin Kurd û Ereb hevkar in, hûn çima bi Kurdan re wiha didin û distînin? Lê artêşa dagirker ev nerazîbûna gelê Ereb êrîş pêk anî û welatiyên Ereb revandin.

Di heman demê de, çavkaniyan diyar kirin ku MÎT`ê dewleta  Tirk ji Kurdan re gotine “tiştên hûn ji “artêşa Tirk” bibînin we ji DAIŞ`ê nedîtine û hûnê xweziya bi DAIŞ`ê bînin”.

Jinek tazî derxistin kolanê

Li herêmên Şehbayê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Ehrar El-Şam bi ser malekê de girtin. Di vê serdegirtinê de jina malê ji êrîşkaran xwestiye ku destûrê bidinê da ku cilên xwe li xwe bike. Lê çeteyan destûr nedaye û jin bi wî awayê rût ji xaniyê wê derxistine. 

Her wiha di encamên êrîşan de artêşa Tirk, 35 welatî, di nav de jin jî hene, revandine û birine gundê Arşaf ku 15 Km li rojavayî Exterînê dikeve. Her wiha di nava kesên ku hatin revandin de, kesên bi temen mezin hene û temenê wan zêdeyî 65 salan e.

Welatiyên ku xizmên wan hatin revandin, ji bo serlêdanê wan çûn gel waliyê Kilisa Tirkiyeyê. Waliyê Kilisê ji welatiyan re gotiye ku biryar ji Enqerê hatiye û kesên hatine revandin wê li Tirkiyê werin darizandin. 


Em serî natewînin

Dewleta Tirk û çeteyên wê, ku di bin navê ‘Mertala Firatê’ de dest bi dagirkirina herêmên Bakurê Sûriyeyê kirin, beriya bi 5 rojan avêtin ser gundên Til Circî, Sosinbat, Nûman, Qibşîh û Kelbenê û gelek Kurdên sivîl revandin.

Welatiyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike ji ANHA’yê ragihand ku çeteyan bi konvoyeke ji 35 wesayîtan a bi serkêşiya efserekî Tirk ê bi navê Ramazan Osmanoglû avêtin ser gundan. Welatî ragihand, çeteyan zêdeyî sed kesên ji her temenî revandine û nizanin bê bi ku ve birine.

Welatî anî ziman, dewleta Tirk û çeteyên wan zilmê li wan dikin û got, “Em vê zilmê qebûl nakin. Divê gelê me, dostên me vê zilmê qebûl nekin. Em jî li malên xwe, li ser axa xwe dijîn. Bi binpêkirina namûsa me, binpêkirina rûmeta me re dixwazin dest deynin ser mal û milkên me. Em ê serî li ber vê netewînin. Ji bilî gelê me, kesekî me nîne. Ji ber vê yekê em bang li we dikin ku xwedî li me derkevin.” 


ŞEHBE