Dewleta Tirk nan jî dişewitîne
Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebd kiryarên dewleta Tirk ên şewitandina hilberînên Eyn Îsayê şermezar kir û got, ji ber ku tirsiyan dewleta Tirk tîma agirkujiyê jî bike hedef, wan nekarî her du bûyerên şewatê kontrol bikin.
Şêniyên navçeya Eyn Îsayê, debara xwe bi çandiniyê dikin û dewleta Tirk di vê rewşa hesas de, zeviyên xelkê dike armanca êrişên xwe. Hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebd anî ziman ku piraniya zeviyên par hatin şewitandin, bi zanebûn bûn û armanca aliyên dijber, hedefgirtina Rêveberiya Xweser û hebûna gelan e, lê wan nas kiriye bê kî agir bi zadan dixe, aliyên dijber di nava rojê de çi bi awayekî rasterat, çi jî bi rêya topbaranê be agir bi zadan dixin.
Hemîd El-Ebd bêdengiya civaka navneteweyî û ya Rûsyayê li hemberî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kir û diyar kir ku êdî kiryarên dewleta Tirk zelal in û her kes dizane, lê tişta ku dihêle kiryar li dijî wan zêdetir bibin, bêdengiya civaka navneteweyî ye.
Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebd got, beriya bi du rojan agir bi gundewarêm Girê Spî ket, lê ji ber ku herêm li hemberî sînorê Tirkiyeyê ye, wan nekarî rê li pêşiya agir bigirin, hem jî ditirsiyan ku dewleta Tirk tîmên agirkujiyê bikê armanca êrişan. Dewleta Tirk berê jî ambulans û maşînên agirkujiyê kiribûn armanca êrişan.
Çeteyên dewleta Tirk agir bi hemberî rêya M4 xistin û tîma agirkujiyê ya Eyn Îsayê ew şewat vemirandibûn. ANHA/EYN ÎSA