Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê didomînin. Her wiha di çalakiyên bi şêwazên cur be cur hatin lidarxistin de xwerêveberî û berxwedana YPS’ê û gelê Kurd ya ji bo parastina xwerêveberiyan jî hate silavkirin.

MANNHEÎM: Li bajarê Elmanya Mannheîmê ji bo du rojan kon hat vedan. Çalakî bi pêşengiya jin û ciwanan hat lidarxistin. Du rojan belavok hatin belavkirin û bal hat kişandin ser komkujiyên dewleta Tirk dike. Her wiha banga destekkirina berxwedana xwerêveberiyan hat kirin. Çalakî duh danê êvarê bi xwepêşandaneke girseyî bi dawî bû.

MUNSTER: Li bajarê Elmanya Munsterê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd gelek kes li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê bi taybetî li Cizîr û Sûrê şermezar kirin.

Di dema dayîna daxuyaniyê de nûnerên partiyên Kesk û Çep ên Elman jî amade bûn. Qisekeran bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û banga xurtkirina çalakiyan kirin.
BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, greva birçîbûnê ya ji aliyê ciwanên Kurd ve hat destpêkirin, bi meşekê bi dawî bû. Piştî çalakiya ku 4 rojan dewam kir, ciwan meşiyan û dan zanîn ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Nûnera Ewropayê ya Kantonên Rojavayê Kurdistanê Sînem Mûhammed û Parlamenterê Partiya Çep ê Eyaleta Berlînê Hakan Taş jî destek dan meşê.

AMSTERDAM: Li bajarê Hollanda Amsterdamê, çalakiya kon a ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk hat destpêkirin, di roja duyemîn de ye. Hollandayî jî eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê didin. Di axaftinên bi zimanên Îngilîzî û Hollandî de hat ragihandin, durûtiya dewletên Ewropayê û rûyê rast ê faşîzma AKP’ê û çeteyên Erdogan êdî kifş bûne. Di çalakiyê de sirûdên enternasyonal ên ji zimanên cuda hatin xwendin.

MONTPELLÎER: Kurdistaniyên li bajarê Fransa Montpellîerê dijîn, ji bo şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd dimeşîne, wê ji bo du rojan bikevin greva birçîbûnê. Çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk ve tê organîzekirin wê bi beşdariya 20 kesan pêk were. Grev wê îro destpê bike û sibe bi dawî bibe. Çalakî wê li meydana Comedîe ya Montpellîerê were lidarxistin.

STOCKHOLM: Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, bi xwepêşandanek li navenda bajêr re, êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê yên li hemberî berxwedanên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê şermezar kirin. Kurdistaniyan bêdengiya Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta AKP’ê jî bi girtina devê xwe bi bantê protesto kirin.
BASEL: Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Cizîr, Sûr û tevahiya Bakurê Kurdistanê, li bajarê Swîsre Baselê ji bo 3 rojan greva birçîbûnê destpê kir. Koma ji Kurdistaniyan a bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê li hev civiya, li bin konê li ber dêra li Meydana Claraplatzê hatiye vedan ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakgeran êrîşên dewleta Tirk protesto kirin û ji hêzên navneteweyî xwestin, ku li hemberî wehşeta li Kurdistanê tê kirin, bikevin nava tevgerê.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Viyanayê danê vê sibehê hat dagirkirin. Tevî tedbîrên tund ên ewlekariyê jî çalakger ketin hundirê avahiyê û wêneyên mirovên di êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan, wêneyên xaniyên ji ber van êrîşan xera bûn û pankartên bi nivîsa “Terorîst Erdogan”, “Ewropa bêdeng e, Tirkiye qetil dike” hilgirtin. Kurdistaniyên li dijî dewleta Tirk dirûşmê diqîriyan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û ala PKK’ê vekirin. Kurdistaniyan bi rayedaran re hevdîtin kirin û ji bo vekirina korîdora alîkariyê ya lezgîn a ji bo ‘jêrzemîna wehşetê’ ya li Cizîrê bang li rayedaran kirin, ku bikevin nava tevgerê.

ADIGEY: Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê dijîn, faşîzma AKP’ê ya li bajarên Kurdistanê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin. Li ser navê girseya gel a li ber Navenda Çanda Kurd li hev civiyan Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Sînem Broyev axivî û got,”AKP û Erdogan ji bilî komkujiyê tiştek neda Kurdan.”

NÎCOSÎA: Li paytexta Qibris Nîcosîa jî ber bi Parlamenta Qibrisê ve meşek hat lidarxistin. Di meşa bi pêşengiya PYD’ê de bal hat kişandin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike. Di çalakiyê de heyetek ji sê kesan bi rayedarên Parlamenta Qibrisê re hevdîtin kirin û dosya pêşkêş kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN